YPG`ê şehadeta hevrêyekî xwe ragihand

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Rûbar Erzîncan ji ber nexweşiyê di 23`yê Hezîranê de tev li karwanê şehîdan bûye.

YPG`ê şehadeta hevrêyekî xwe ragihand
2 tîrmeh, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

 "Şoreşa Rojava ya ku bi bedelên giranbiha ve navê xwe li rûpelên dîroka mirovahiyê nivîsand, bi cengên xwe yên giran, bi destanên qehremanên xwe, bû şoreşa tevahî Kurdistan û cîhanê. Di nava van deh salên şoreşê de bi hezaran ciwanên Kurd beşdarî nava refên şoreşa azadiyê bûn û li hemberî hêzên çete û dagirker canê xwe kirin mertal. Tevahî cîhanê şahidî ji lehengiya şervanên YPJ-YPG’ê re kirin. Şahidî ji lehengiya Arîn, Îlan û Gelhatan re kir. Her şervan û fermandarekî YPG bê teredut, bi wêrekiyeke mezin destûr nedan ku hêzên çete û dagirker destê xwe dirêjî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Gav bi gav ev xakên pîroz ji çeteyên DAİŞ’ê rizgar kirin.

Yek ji van lehengan jî rêhevalê me Rûbar Erzîncan bû. Hevalê Rûbar ku bi fikr û felsefeya Rêber APO ya netewa demokratîk dil û mejiyê xwe ava kiribû, di kêliyên herî giran ên cenga Rojava de ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li hemberî hêzên çete parastina gelên herêmê kir. Heval Rûbar bi dilnizmî û fedekariya xwe ve, kete dilê gel û rêhevalên xwe. Ji hêzên dagirker û faşîst re nîşan da ku gelên Kurdistanê di ruh û mejiyê xwe de sînorên dagirkeriyê rakirine û bûne yek dil û yek ruh.

Di salên dawî yên tekoşîna xwe de, hevalê me Rûbar bi nexweşiya penceşêrê ket û li gor şert û mercên şoreşê hem tedawiya xwe didît, hem jî kar û xebatên xwe dida meşandin. Tevî ku nexweşiya xwe pir giran bû, lê hevalê Rûbar bi heman coş û moralê, bi biryardariyek hê xurtir xwe beşdarî nava kar û xebatên şoreşê dikir. Bi vî rengî hevalê me Rûbar di dîroka 23`yê Hezîranê de tevlê nava refên şehîdan bû.

Jiyan û tekoşîna hevrêyê me Rûbar û destana lehengiya bi hezaran şehîdên me, ji bo me fermana bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî dide. Divê em û gelê xwe mil bi mil li hemberî gefên dijmin, li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Encax em bi vê sekn û helwesta xwe bibin layîqê şehîdan û siberojeke azad û bi aram diyarî gelê herêmê bikin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Rûbar Erzîncan

Nav û Paşnav: Aykan Koç

Navê Dayikê: Husnîye

Navê Bav: Bînalî

Cihê ji Dayikbûnê: Erzingan

Cih û Dîroka Şehadetê: Hasekê | 23’yê Hezîrana 2022’an

Em di şexsê şehîd Rûbar de tevahî şehîdên xwe yên leheng birêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

(cx)