Rojnameyên erebî: DAIŞ li rojhilatê Siwêdayê car din bi tevger dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa vegera DAIŞ`ê li Siwêdayê, aloziya hilbijartina serokkomarê Iraqê û xwepêşandanên li Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: DAIŞ li rojhilatê Siwêdayê car din bi tevger dibe
2 tîrmeh, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞANEYÊN DAIŞ`Ê LI ROJHILATÊ SIWÊDAYÊ DÎSA BI TEVGHER BÛNE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Çalakvanên ji başûrê Sûriyê duh ragihandin ku şaneyên DAIŞ`ê dîsa bi tevger bûne, nexasim li herêmên nêzî gundewarê rojhilatê Siwêdayê, ku berê jî li wan gund û bajarokan DAIŞ`ê li dijî zarok, jin û mêran êriş û sûc pêk anîbû. Li gorî edîtorê Tora 'Siwêda 24' Reyan Marûf, DAIŞ li herêmê bi rengê şaneyên belavbûyî jinûve derdikeve û li herêma Tilûl Sefa xwe bi cih dike.

Di 25`ê Tîrhmeha 2018`an de DAIŞ`ê li parêzgeha Siwêdayê êriş pêk anîbû. Lê piştî ku beriya çend salan di aliyê leşkerî de hat têkbirin û ji başûrê Sûriyê hat qewitandin, tevgera wê pir kêm bû. Lê belê xuya ye ku şaneyên DAIŞ`ê li zêdetirî herêmeke başûrê Sûriyê bi taybet li rojhilatê parêzgeha Siwêdayê xwe ji nû ve bi tevger dikin.

Reyan Marûf ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: "Êvara çarşemê li herêma El-Hura ya rojhilatê çolistana Siwêdayê, ciwanên eşîran tevî leşkerên rejîmê li dijî wesayîteke leşkerî ya ji çolistana Humsê dihat û ber bi Tilûl Sefa ve diçû ku şaneyên girêdayî DAIŞ`ê li wir çalak in, kemînek danîn. Piştre teqînek pêk hat û di navbera her du aliyan de şer derket. Di şer de kesekî di wesayîta leşkerî de bû, hat kuştin, kesê din ê pê re jî xwe teqand.

Piştî ku wesayît hat kontrolkirin, diyar bû ku her du kuştî girêdayî DAIŞ`ê ne. Her wiha miqadareke çek, moşek, cîhazên peywendiyan, dûrbîn û cilên leşkerî pê re hatin dîtin. Diyar bû ku yên hatine kuştin, ew tişt dibirin herêma Tilûl Sefa ku şaneyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin. Piştî wê bûyerê, balafirên şer ên Rûsya bi nizmî li asîmanê herêmên gundewarê parêzgehê firiyan û operasyonên paqijkirinê pêk anîn.

Çavkaniyekî nêzî Tevgera "Rîcal El-Kerame" ku mezintirîn komên çekdar li Siwêdayê ye, got ku metirsiyên ku senaryoya êrişên mezin ên DAIŞ`ê li dijî Siwêdayê dubare bibin, sînordar in. Ji ber ku tevgerên rêxistinê û herêmên belavbûna wê li çolistanê nîşan nadin ku dê karibe êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne. Her wiha hebûna wî li li herêmên Kera û Tilûl Sefa yên nêzî çolistana Siwêdayê, tenê bi rengê şaneyan e. Li beramberê wê hêzeke leşkerî ya mezin hem a komên çekdar li Siwêdayê, hem jî ya hêzên rejîma Sûriyê û hêzên alîgirên wê wekî hêzên Arêşa Rizgariyê ya Filistînê li herêmê hene."

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ: EGER KURDAN NIKARÎ LI HEV BIKIN, EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN NAMZETÊ YNK`Ê JI BO SEROKATIYA IRAQÊ

Di kar û barên Iraqê de jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja înê Çarçoveya Hemahengiyê teqez kir ku eger di hundir mala kurdî de li ser namzetekî lihevkirin çênebû, ew ê piştgiriyê bidin namzetê Yekitiya Nîştimaniya Kurdisatnê serok Berhem Salih ji bo wîlayeteke nû ya serokatiyê.

Tê texmînkirin ku piştî beltaneya Cejna Qurbanê parlamanto ji bo hilbijartina serokkomar bicive. Li Iraqê li gorî parvekirina tayîfî û etnîkî ya desthilatê, ev peywir vedigere ji Kurdan re.

Yekitiya Nîştimanî serokê niha ji bo vê peywirê pêşniyar kiribû. Lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê ku hevrikê YNK`ê yê siyasî ye, kesayetek ji nava refên xwe pêşniyar kiribû. Destpêkê wezîrê berê yê karên derve Hoşyar Zêbarî pêşniyar kiribû, lê ji ber gumanên gendeliyê bi biryara dadgehê hat redkirin. Piştre PDK`ê bi serokatiya Mesûd Barzanî namzetekî din, wezîrê karên hundirîn ên Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed pêşniyar kir.

Niha di navbera her du partiyên kurdî de danûstandin tên kirin. Lê belê çavdêr bi guman in ku karibin li ser namzetekî li hev bikin.

Endamê Çarçoveya Hemahengiyê û fermandarê Hevbendiya Dewleta Yasa Mihemed Sihyûd ji ajansa Şefeq News a iraqî re got: "Eger hêzên kurdî li ser namzetekî li hev nekin û du kesayetan a zêdetir ji bo peywira serokkomariyê hilbijêrin, namzetê nêzî pejirandinê dê ji YNK`ê be ji ber ku ji berê de bi YNK`ê re me hevbendiyeke stratejîk daniye."

SÛDAN: DI NAVBERA XWEPÊŞANDÊR Û HÊZÊN EWLEHIYÊ DE PEVÇÛN DERKET

Derbarê rewşa Sûdanê de jî, rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Hêzên ewlehiyê yên Sûdanê duh li nêzî koşka serokatiya li paytext Xertûmê gaza rondikrêj li dijî xwepêşandêran bi kar anîn. Ev yek piştî rojekê ji agahiyên li ser kuştina 9 kesan di xwepêşandanan de pêk hat, ku ji beriya çend mehan ev xwepêşandanên herî mezin li welat in. Koma ku xwepêşandanan bi rêxistin dike û bagna vegera li hikumê demokratîk dike, got ku ew ê wekî bersivdayîna bûyerên kuştinê yên çêbûne, grevên vekirî û çalakiyên din bi rêxistin bike.

Hate ragihandin ku piraniya wan li Xertûmê û bajarên Um Derman û Behrî 9 xwepêşandêr hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Afrîkayê û Desteya Hikumetê ya Navneteweyî (Îcad) ku rêxistinên navbeynkariyê ne, gotin: "Em car din bang li hikumetê dikin ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina tundiyê û bûyerên binçavkirinê bigire û li hemberî mafê azadiya derbirîn û kombûnê rêzdar be."

(cx)