Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir

Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan bi diruşmeya "Em zarokatiya xwe bi azadî û aştî bijîn" li Tebqayê dest pê kir.

Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê dest pê kir
30 hezîran, 2022   16:22
TEBQA

Mîhrîcana 3'yemîn a Aştiyê ya Zarokan bi diruşmeya "Em zarokatiya xwe bi azadî û aştî bijîn" ku ji aliyê Meclisa Rêveber a Tebqayê û Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatiye organîzekirin, dest pê kir.

Mîhrîcan li navnda Çand û Hunerê ya Tebqay bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêveberiya jin, ciwanên şorşger û bi sedan zarok û malbatên wan hate destpêkirin.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir Lenad bi xêrhatina beşdaran kir û ew vexwend deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya axivî, mîhrîcan pîroz kir û got: "Ev mîhrîcan ku ji bo zarokan hatiye lidarxistin xebatekî girîng e, ji ber ku di dirêjiya salên borî de şer û koçberî bandor li wan kir. Mîna van karan dê kêfxweşiyê bixe dilê zarokan û meylên wan ên fikirî û hunerî pêş bixîne."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî jî anî ziman ku xebata kolektîv û çalakiyên hunerî yên zarokan, dê tevna têkiliyan birêsîne û çandan pêş bixîne, her wiha dê bihêle ku girêdana zarokan bi derdorê ve çêbibe û kar û fikirên xwe derxîne.

Hind El-Elî diyar kir ku lidarxistina vê mîhrîcanê 3 salan li pey hev, nameyek ji cîhan û dewleta Tirk a dagirker re ye ku tevî gef û êrişan wê xebatên ji bo zaokan dewam in.

Piştî axaftinan, komên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hunerên xwe nîşan dan. Di vê çarçoveyê de Koma Zarokên Firatê stran, Koma Xisin, Koma Hunerên Gelêrî, Koma Avesta Xabûr, Koma Kevneşopî ya Kurdî, komên Cîhana Zarokan û Emel  stran gotin.

Her wiha ji Navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê sanoyek hate pêşkêşkirin.

Di roja yekemîn a mîhrîncanê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê perwerdekarên zarokên mîhrîcanê xelat kirin.

Mîhrîcan wê 4 rojan dewam bike. Sibe wê li bajarokê Sefsaf ê rojhilatê Tebqayê û bajarokê Cirniyê yê bakurê rojavayê bajar were lidarxistin. Di dawiyê de dê pêşangeheke wênexêzên zarokan were vekirin.

ANHA