​​​​​​​2 serçeteyên amadekariya êrişên dikir hatin kuştin

2 serçeteyên DAIŞ’ê ku li gundewarên Dêrazorê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikirin, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin kuştin.

​​​​​​​2 serçeteyên amadekariya êrişên dikir hatin kuştin
29 hezîran, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: "Yekîneyên me yên li dijî terorê vê sibehê li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê pêk anî."

Di daxuyaniya QSD’ê ev tişt hate gotin: "Yekîneyên me endamên şaneya terorîst dorpêç kirin û ji wan re got xwe radest bikin. Lê wan gule li şervanên me reşandin, hêzên me jî bersiv da û pevçûn çêbû. Di encamê de 2 serçeteyên ji şaneya terorîst hatin kuştin."

Li gorî agahiyên ku QSD’ê li ser şaneyê kom kirine, şaneyê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikir.

(fr)