Danûstandinên nukleerî yên neyekser di navbera DYA û Îranê de dest pê kirin

Êvara sêşemê ji bo vejandina peymana nukleerî ya 2015`an, li Dewhayê danûstandinên neyekser di navbera Tehran û Washingtonê de dest pê kirin.

Danûstandinên nukleerî yên neyekser di navbera DYA û Îranê de dest pê kirin
29 hezîran, 2022   08:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell piştrast kir ku danûstandinên DYA-Îranê bi navbeynkariya Ewropayê dest pê kirine û got, Elî Baqirî ku berpirsê danûstandinên nukleerî yên Îranê ye bi nûnerê YE`yê Enrique Mora re li Dewhayê, civiyaye.

Li gorî tora El-Erebiyê, duh sêşemê ji bo vejandina peymana nukleerî ya sala 2015`an hatiye îmzekirin, danûstandinên neyekser di navbera Îran û DYA`yê de pêk hatine.

(cx)