​​​​​​​HPG: Hevrêyên me Zagros û Dilgeş tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bûn

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di wî şerî de 2 jê payebilind 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

​​​​​​​HPG: Hevrêyên me Zagros û Dilgeş tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bûn
29 hezîran, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di 18-19'ê Hezîrana 2022'an de li qadên Derya û Hêrebanê yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. 18'ê Hezîranê li qada Dola Reşanê saet di 17:00 de li dagirkeran hate xistin. Di vî şerî de ku heta 19'ê Hezîranê dewam kir, 2 jê payebilind bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 19'ê Hezîranê bi şev bi wesayitên zirxî windahiyên xwe ji qadê bir. Di vî şerî de hevrêyên me Zagros û Dilgeş bi fedaîtî bi ser dagirkeran ve çûn, bi ruhê milîtaniya Apoyî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, ji bo dîl nekevin destê dagirkeran bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zagros Senar

Nav paşnav: Pervan Alî Yûsûf

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Hayfe-Mehmet Alî

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2022 / Gever

 

Nasnav: Dilgeş Sine

Nav paşnav: Lokman Felahî

Cihê jidayikbûnê: Sine

Dayik-Bav: Amîne-Mûstafa

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2022 / Gever

Malbatên hêja yên ku milîtanên leheng ên mîna Zagros û Dilgeş tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, çiqasî bi van ewladên xwe yên leheng serbilind be, hêja ye. Em weke hevrêyên wan, xwe bi şens dibînin ji ber ku li gel van milîtanên mezin têkoşiyane. Di serî de malbatên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin."