Rojnameyên erebî: Tirkiyê endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO`yê erê kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa penaberên sûrî yên li Urdinê, erêkirina dewleta Tirk a tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê li NATO’yê û rewşa siyasî ya li Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiyê endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO`yê erê kir
29 hezîran, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALIYÊN NAVNETEWEYÎ REWŞA PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI URDINÊ PAŞGUH DIKIN’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Plana Urdinê ya ji bo krîza Sûriyê ku ji destpêka îsal û heta Hezîrana vê mehê digihîne nêzî 226 milyon dolarî anku ji sedî 10 ji pêdiviyên fînansekirinê yên 2022’yan ku 2.28 milyar dolar e, pêk tîne. Pisporên urdinî destnîşan dikin ku kêmbûna fînansekirinê ji ber paşguhkirina dosyaya penaberên sûrî di aliyê navneteweyî de ye.

Mamosteyê zanistên siyasî Dr. Hayil Wedan El-Deice diyar kir ku ji ber paşdeçûna desteka navneteweyî, fînans kêm bûne û ji pêdiviyên penaberan re nabe bersiv. Li gorî El-Deice, vê yekê di aliyê binesazî, perwerde û tenduristiyê de zextên li ser Urdinê zêde kirin.

El-Deice diyar kir ku Urdin piştgiriyê dide vegera penaberan, lê li gorî daneyan hejmara penaberên vedigerin pir kêm e, ev yek jî barê wan giran dike. Nexasim li gel bandorên şewba Koronayê û aloziya Ukraynayê û bandorên aborî yên li seranserê cîhanê kirine.”

‘TIRKIYE ENDAMTIYA FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ YA NATO’YÊ ERÊ DIKE’        

Têkildarî tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê ji NATO’yê re rojnameya Şerq El-Ewsat ev tişt nivîsî: "Li gorî AFP`ê, piştî nîqaşên ku zêdetirî 3 saetan roja sêşemê beriya civîna NATO`yê li Madrîdê dest pê kirine, Tirkiyê tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê li NATO’yê, erê kir.

Li gorî daxuyaniya serokkomariya Tirkiyê, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê û hevalbendên wê piştgiriya Fînlandiya û Swêdê girtiye.

Serokatiya Fînlandiyayê ragihand ku Tirkiyê muzakereyek îmze kiriye û astengiya ji bo tevlêbûna li NATO`yê rakiriye. Li gorî lihevkirinê ku wezîrên karên derve yên her sê dewletan li Madrîdê îmze kiriye û li gorî daxuyaniya serokê Fînlandiyayê Sauli Niinisto, Tirkiye dê di civîna vê hefteyê de daxwaza Fînlandiya û Swêdê ya enadamtiya NATO’yê destek bike.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li ser mijarê got: "Ez kêfxweş im ku niha peymanek heye ku rê li pêş tevlêbûna Fînlandiya û Swêdê vedike. Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê muzakereya lihevkirinê, ji bo bersivdana metirsiyên Tirkiyê li ser dahatûyên çekan û têkoşîna li dijî terorê, îmze kir."

Şerê Ukraynayê hişt ku Swêd û Fînlandiya dev ji siyaseta xwe ya yekalî ya leşkerî ku ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve dimeşîne, berde û xwestekên tevlêbûna NATO’yê pêşkêş bikin.”

‘EL-SEDIR DIJBERIYA BERHEM SALIH LI DIJÎ ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ BI KAR TÎNE’

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê Tevgera El-Sedir Muqteda El-Sedir dijberiya serokkomarê Iraqê Berhem Salih wek fersenekê ji bo tevlihevkirina belgeyên Çarçoveya Hemaheniyê dît da ku têkiliyên wî bi YNK’ê re derbe bike.

El-Sedir roja sêşemê, redkirina serokê Iraqê li ser îmzekirina yasaya krîmînalîzekirina peymanên aştiyê bi Îsraîlê re ku parlamentoya Iraqê di 26’ê Hezîranê de biryara wê daye, rexne kir.

El-Sedir bi twittekê got: "Şerm e serokkomarê Iraqê Berhem Salih îmzekirina yasaya krîmînalîzekirina peymanên aştiyê bi Îsraîlê re red bike."

Serokkomarê Iraqê hewl dide bi desteka hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ku bloka mezin a parlamentoyê ye û bi desteka YNK’ê careke din bibe serok.”

(fr)