QSD: Li rojavayê Girê Spî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû

QSD`ê piştrast kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê Girê Spî pûç kiriye û di encamê de çeteyekî hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

QSD: Li rojavayê Girê Spî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû
29 hezîran, 2022   07:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê kantona Girê Spî pûç kiriye. QSD`ê diyar kir ku piştî topbarana dijwar li ser gund ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, şerekî dijwar rû daye.

QSD`ê bîlançoya destpêkê ya şer eşkere kir û teqez kir ku çeteyek hatiye kuştin, çeteyek birîndar bûye û yên mayî jî reviyane.

(cx)