Welatî: Berdêl çi be jî, em ê axa xwe biparêzin û planên dagirkeriyê têk bibin

Welatiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê anîn ziman ku ew amade ne di xendeqekê de li hember êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin û gotin: "Berdêl çi be jî, em ê xaka xwe biparêzin û planên dewleta Tirk têk bibin."

Welatî: Berdêl çi be jî, em ê axa xwe biparêzin û planên dagirkeriyê têk bibin
29 hezîran, 2022   06:47
DÊRAZOR – FATMA EL-EBID

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Rojek derbas nabe bêyî ku dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi top û balafirên bêmirov hedef negire. Armanca wê ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya li herêmê xira bike û tirsê di nava şêniyan de belav bike.

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Mehmûd El-Merkaz ku ji şêniyên bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ye anî ziman ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û parastina sînor êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, armanca wê jî ew e ku timayên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne.

 ‘DIVÊ LI HEMBER XETERIYA DEWLETA TIRK LI SER HERÊMÊ YEK RÊZ BIN‘

Mehmûd El-Merkaz wiha domand: "Dewleta Tirk sûdê şerê Rûsya-Ukraynayê, mijûlbûna cîhanê bi vî şerî, bêdengiya hikumeta Şamê û windabûna rola Rûsya ya garantor li herêmê digire da ku planên xwe yên dagirkerî li herêmê pêk bîne."

El-Merkaz îşaret pê kir ku destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de û êrişên wê li ser herêmê li gel hebûna ajandeyên derve û şaneyên terorîst dê aloziya Sûriyê dirêjtir û kûrtir bike.

Mehmûd El-Merkaz teqez kir ku divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember xeteriya li ser herêmê di yek rêzê de bisekinin û destekê bidin QSD`ê da ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê têk bibin.        

El-Merkaz wiha pê de çû: "Şerê taybet li dijî gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk ku em wê weke çareseriya aloziya Sûriyê û tevahî aloziyên Rojhilata Navîn dibînin, tê bikaranîn."

 ‘EM Ê BI RÊYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK TÊK BIBIN‘

El-Merkaz da zanîn ku berdewamiya êriş û gefên dewleta Tirk tê wateya vegera terora nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê em ê êrişên dewleta Tirk bi rêya şerê gel ê şoreşgerî ku hêza xwe ji têkoşîna ji bo parastina vê xakê werdigre, têk bibin."

Welatiya bi navê Xîtam Hido jî bêdengiya navneteweyî ya der barê êrişên leşkerî ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne de şeremzar kirin û wiha axivî: "Gelo civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan binpêkirin û sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê dagirkirî û şêniyên herêmê dike, nabînin."

Xîtam Hido wiha domand: "Hemû binpêkirin û sûcên têne kirin dijberî pîvanên navneteweyî ne. Ev yek dê aloziya Sûriyê dirêjtir bike û aramî û ewlehiya li herêmê xira bike. Ev jî diyar dike ku komployeke navneteweyî li dijî vê herêmê tê kirin."

Xîtam Hido di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê bêdeng nemînin û got: “Em ê herêmên xwe rizgar bikin, li hember dijminan li ber xwe bidin û heta pêkanîna armanca xwe şer bikin û ji bo parastina rûmeta xwe em ji mirinê re jî amade ne.”

Xîtam Hido wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em destwerdana Tirkiyê li xak û karûbarên xwe qebûl nakin. Xwîna şehîdên ku ev herêm rizgar kirine dê vala vala neçe. Em teqez dikin ku em ê tu carî teslîm nebin û em derfetê nadin Erdogan ku osmaniya nû li herêmên me pêk bîne."

(bx)

ANHA