Li Kampa Holê bi rêya “dewreyên şerîetê” nifşekî nû yê çeteyan ava dikin

Jinên DAIŞ`î yên li Kampa Holê bi rêya “dewreyên şerîetê” yên zarokên keç fikrê DAIŞ'ê yê tundraw di mejiyê wan de diçînin û nifşekî nû yê çeteyan ku gefê li herêmê û cîhanê dixwe, diafirînin.

Li Kampa Holê bi rêya “dewreyên şerîetê” nifşekî nû yê çeteyan ava dikin
29 hezîran, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji hundirê Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê dîmenek bi dest xist. Di dîmenê de xuya dibe ku “dewreyeke şerîetê” ya ji bo zarokên keç li konekî kampê bi dawî dibe.

Di dîmen de diyar dibe ku kon, di beşa taybet ê jin û zarokên DAIŞ'î (mûhacîrat) de ye. Di bin konê de alên DAIŞ`ê hatine daliqandin û 2 jinên DAIŞ`î bi hev re bi zimanê rûsî diaxivin.

Yên din jî cilên reş li xwe kirine, li dora maseyeke tijî xwarin kom bûne û li wan guhadarî dikin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, jinên DAIŞ`î dibistaneke olî li ser 5 pêngavan birêxistin kirine. Ji pêngava yekemîn dest pê dike û ta 5`emîn ku tê de keçên biçûk amade dibin da ku waneyên “şerîetê” bidin û mîna jinên “Hesbê” di kampê de kar bikin.

Li gorî çavdêran, Kampa Holê yekser girêdayî "Komîteya Rêveber" ku di bin çavdêriya “El-Xelîfe” û serçeteyên li “spartgehên ewle” yên serçeteyan ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Aliyên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber xeteriya wê di pêşerojê de li ser herêmê û tevahî cîhanê, hişyarî dan ku çeteyên li Kampa Holê şûştina mêjiya zarokan û mezinkirina wan li ser fikrê tundraw ê xwîndar didomînin.

Rêveberiyia Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên ji nû ve perwerdekirina zarokên DAIŞ`ê vekirine û beşek ji wan radestî welatê wan kirin. Lê hejmara mezin a zarokan di kampê de ne û di nava hawîrdoreke tundraw de dijîn.

Tevî hişyariyên berdewam ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xeteriya DAIŞ`ê û zarokên wan lê piştgiriya pêwîst ji civaka navneteweyî wernegirtiye û piraniya welatan qebûl nakin welatiyên xwe yên çete werbigirin ku ji zêdetirî 50 welatên cîhanê hatine. Ev yek dibe herêmê bi xeteriyekê re rû bi rû bihêle ku heta gelek serdeman dirêj bike.

(bx)

ANHA