Kongra Star: Em ê xeta fedayîbûna Zîlan, Arîn, Rêvan, Avêsta û Barînan bidomînin

Kongra Star bi boneya 26’ê salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek da û got: "Ji bo xwegihandina jiyana biwate, azad û wijandina xewn û xeyalên Zîlanan û rêhevalên rast ên rêbertî heta kêliya dawiyê em ê tê bikoşin û li ber xwe bidin." 

Kongra Star: Em ê xeta fedayîbûna Zîlan, Arîn, Rêvan, Avêsta û Barînan bidomînin
28 hezîran, 2022   10:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî 26’ê salvegera şehadeta rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) Kongra Star daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya 26 mîn. salvegera şehadeta rêheval. Zîlan (Zeynep Kınacı) em bi germahiya meha Hezîranê tevahî şehîdên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

Şehîd Zîlan bi çalekiya xwe ya biwate û jiyan afirandinê ve, xwest komploya navdewletî ya ku li ser rêberê mirovahiyê vala derxe. Çalakiya şehîd Zîlan a ku bi diruşmeya “ji bo jiyaneke biwate ez ê bibim xwedî çalakiyeke mezin û bi wate" nîşan da ku divê jin çawa xwedî li rêberê xwe derkevin. Lewra dibêje xwezî ji canê min tiştek bihatir heba min ê ew diyarî rêbertî  û gelê xwe kiriba", ji ber ku rêheval Zîlan wekî xwedewanda serdemê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî kir. Ji hişmendiya zayendperest re da nîşandan ku jina ji şerbeta azadiyê vexwaribe di her kêliyê de li hemberî desthilatdaran dikare mîna topekê ji agir zihniyetta kevneşopî hilweşîne.

Rêheval Zîlan şopa Besê, Zarîfe û Bêrîtanan berdewam kir. Jiyaneke biwate û azad afirand. Zîlan bû tola Geliyê Zîlan. Zîlanê nîşan da ku êdî dijmin wê nekaribe qirkirinan li ser gel û jinan çêbike. Dema ku dagirker, amadekariya qetilkirina jin û zarokan bikin, divê êdî hesabê Zîlan û Bêrîtanan jî bikin.

Wê qetliamên wan bêbersiv nemîne.

Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştin û kiryarên nediyar pêk tanî. 6’ê Gulana 1996’an li hember rêber Abdullah Ocalan hewldana reşkujiyekê pêk hat û ev hewldan vala derket. Zîlan wek bersiva ji bo van êrişan sala 1996'an li Dêrsimê çalakiya herî mezin û watedar li dar xist.

Çalakiya ku şehîd Zîlan pêk anî, ku bejin û bala xwe ji teqemeniyan bi şêwazê jineke ducanî xemilandibû û digot: "Dema ez vê çalakiyê pêk tînim ez ê zarokekî bi navê fedayî biwelidînim'"  weke ku rêbertî dibêje:' Zîlan yek ji  jina  ku ez derbas kirime û min heyranê xwe dihêle'. Ev çalakî  ji bo tevgera azadiyê bû destpêka pêvajoyekî nû hem di qada bîrdozî de, hem di qada leşkerî de û  ji artêşa dewleta Tirk û pergala desthilatdar re da nîşan da ku ew ê bi van kiryarên xwe tu carî nikaribin  roja me tarî bikin.

Li ser xeta fedayîbûna Zîlan, Arîn, Rêvan, Avesta û Barînan li hemberî kirêtiya pergala deshilat a mêrê serdest DAIŞ'ê, çalakiyên bi bandor kirin û rengê jinê da şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Jinên li pey şopa van xwe di her qada jiyanê de rêxistin dikin şoreşa jinê digihinin her aliyê cihanê.

Zeynep Kinaci ji fikir û sekina rêbertî îlhama têkoşîna azadiyê ku girtibû û hat asta fedayîtiyê bû jina pêşeng a hemdem û bû îlhama şoreşa jinê ya Rojava. Lewra bi sedan Zîlanan  çi  di nava refên YPJ'ê de, çi di qada civakî de di nava şoreşê de pêşengtî ji têkoşîna azadiyê re kir û hîn jî dikin.

Em Kongra Star ji bo xwegihandina jiyana biwate û azad û wijandina xewn û xeyalên Zîlanan û rêhevalên rast ên rêbertî heta kêliya dawiyê em ê tê bikoşin û li ber xwe bidin.”