Leşkerên Tirk li Girê Spî li jinekê da û dijûn ji jinan re got

Li gundekî kantona Girê Spî ya dagirkirî, leşkerekî Tirk li hevsera birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” da. Piştî ku heqaret li wî jî hat kirin, serokê meclisê 9 welatiyên gundê xwe radestî dagirkeran kirin.

Leşkerên Tirk li Girê Spî li jinekê da û dijûn ji jinan re got
28 hezîran, 2022   09:19
EYN ÎSA

 “Yê xwe difiroşe dagirkeran rûmeta xwe winda dike û erzan dibe, ew tenê fermanan pêk tîne, li pêş çavên wî destdirêjî li malbat û xizmên wî tê kirin, lê newêre dengê xwe derxe”, bi van gotinan çavkaniyekî ji kantona Girê Spî yê dagirkirî bûyera lêdana li hevsera birayê serokê 'Meclisa Herêmî ya Girê Spî' yê bi navê Salih El-Hac Ebdullah, ji aliyê leşkerekî Tirk ve, wesif kir.

Li gorî çavkanî, dema ku dewriyeyeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê “Polîsên Sivîl” girt ser mala welatiyekî li gundê Xirbet El-Boz yê Girê Spî bi îdiaya ku hevkarê hikumeta Şamê ye, bûyer pêk hatiye, lê ew kes reviyaye.

Çavkanî ragihand ku jin û zaork li dora dewriyeyê kom bûne, leşkerekî dewleta Tirk dijûn ji jinan re gotine û jinek ji porê wê kişandiye. Hate hînbûn ku ew jin bi navê Inûd El-Fert e û hevsera birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” ye. Di wê navberê de serokê meclisê destwerdan dike, lê belê leşkerên Tirk heqaretê li wî jî dikin û henekê xwe bi peywira wî tînin.

Çavkanî da zanîn ku li ser bûyerê waliyê Tirk bang li serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” yê bi navê Salih El-Hac Ebdullah kiriye, ew rezîl û riswa kiriye û gef lê xwarine ku divê di 24 saetan de kesên tên xwestin radest bike. El-Hac Ebdullah ji bo peywira xwe ji dest nede, 9 welatiyên gundê xwe radestî dagirkeran dike.

Ji kesên hatine radestkirin, navên van kesan hatin zanîn: Ehmed El-Xelîl, Muhened El-Mistefa û kurê birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” Ebo Faris.

ANHA