​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser hev derban dixwe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rewşa herêma Başûrê Kurdistanê, aloziya Yemenê û krîza petrolê ya li cîhanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser hev derban dixwe
28 hezîran, 2022   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIKUMETA FEDERAL Û MOŞEKÊN KATYÛŞA XEYALÊN PETROLÊ YÊN HERÊMA KURDISTANÊ BI SÎNOR DIKIN’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Ji ber vekişîna şîrketa 'Schlumberger' a petrolê ya amerîkî, herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê petrol û gazê ve derbeyek xwar. Ew vekişîn li gorî pabendbûna biryara Dadgeha Federal a di Sibata borî de pêk hat ku gotibû derxistin û firotina petrola herêma Kurdistanê ne destûrî ye. Li kêleka wê jî şîrketa 'Dana Gaz' a îmaretî projeya pêşxistina zeviyê 'Cormore' yê gazê yê li parêzgeha Silêmaniyê piştî êrişên li ser hev yên bi moşekên katyûşa, rawestand.

Li gorî belgeya ji wezîrê petrolê Îhsan Ebducebar re hate şandin, şîrketa Schlumberger a amerîkî ragihand ku ew li gorî biryara Dadgeha Federal a bi hejmar 59’an a danûstandina bi herêma Kurdistanê re têkildarî dosyaya petrolê qedexe dike, tev digere. Her wiha soz da ku dê tu projeyên gaz û petrolê li herêma Kurdistana Iraqê bi pêş nexe.

Li aliyekî din jî şîrketa Dana Gaz a îmaretî duh bi daxuyaniyekê biryar da ku ew bi awayekî demkî projeya berfirehkirina zeviya ‘Cormore’ taloq dike. Ew yek jî piştî ku ji 22’yê Hezîranê ve 3 caran bi moşekên katyûşa hate hedefgirtin, pêk hat."

‘ALOZIYA YEMENÊ KÛRTIR DIBE, JI BO DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ BANGEWAZÎ HENE’

Girêdayî rewşa Yemenê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Pêdiviya parastina agirbesta li Yemenê û dirêjkirina wê zêdetir dibe. Di demekê de ku yemenî krîzeke mirovî û aborî ya dijwar derbas dikin. Di demên dawîn de Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) alîkariyên xwarinê ji Yemenê re zêdetirî nîvî kêm kirine.

Şandeya YE’yê bang li aliyên Yemenê û bi taybet Hûsiyan kir ku bi awayekî avaker li gorî pêşniyarên nûnerê NY’yê Hans Grundberg tev bigerin. Şandeyê her wiha teqezî bi girîngiya agirbestê kir.

Li aliyekî din, balyozê DYA’yê yê Yemenê Stephen Fagan di serdana xwe ya li parêzgeha Hederemewt de diyar kir ku parastina agirbestê mijareke bingehîn e ji bo başkirina aboriyê ku dibe derfetê li pêş xebata siyasî ya giştî fireh dike.

Di vê demê de WFP’ê ragihand ku alîkarên xwarinê ji Yemenê re bi zêdetirî nîvî bi sedema kêmbûna fînansê, ji ber şerê li Ukraynayê kêm kiriye. Dê alîkarî ji sedî 50 ji pêdiviyên rojane yên ji bo 5 milyon mirovên ku pêwîstiya wan pê heye, kêm bibe. Lê ji bo yên din jî ku 8 milyon in, ji sedî 25 kêm bibe."

‘MACRON, BIDEN Û CÎHANÊ MATMAYÎ DIKE’

Li ser krîza eneriyê ya li cîhanê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hempîşeyê xwe yê amerîkî Joe Biden û pê re sûkên petrolê matmayî kirin. Hate eşkerekirin ku di axaftina her du seroakan de hatiye gotin ku Îmarat bi hemû hêza xwe petrolê hildiberîne û Erebistana Siûdî jî rojane dikare zêdetirî 150 hezar bermîlî hilberîne.

Macron duh got serokê dewleta Îmaratê şêx Mihemed Bin Zayid agahî da wî ku Erebistana Siûdî û Îmarat berhemdarên sereke yên petrolê yênn OPEC’ê ne.

Di civîna G7’an de hat bihîstin ku Macron ji Joe Biden re dibêje “Ez bi Mihemed Bin Zayid re axivîme. Ji min re du tişt gotin, asta min a hilberînê li lûtkeyê ye. Piştre got Siûdî jî dikare rojane 150 hezar bermîlan derxe, dibe ku zêdetir jî, lê derfetên wan ên zêdetir tune ne.”

Li gorî belgeyên Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê, rezerva petrola xam a ji rezerva petrolê ya stratejîk a DYA’yê di 24’ê Hezîranê de bi mîqdara 6.9 milyon bermîl daketiye.

Li gorî daneyan, rezerva xam di rezerva awarte de daketiya 497.9 milyon bermîlî ku ji Nîsana 1986’an de ev rêjeya herî kêm e.

Tê payîn ku Biden di serdana xwe li Erebistana Siûdî ya Tîrmehê de vê yekê nîqaş bike. Di heman demê de Elyseeyê ragihand ku Macron bi mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid re di nava peywendiyan de ne.”

 (fr)