Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir

Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê projeyên nû yên xizmetguzariyê dan destpêkirin û dê rêyan qîr bikin û toreyên kanalîzasyonê sererast bikin.

Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê dest bi projeyên nû kir
28 hezîran, 2022   06:55
HESEKÊ

Di gelek kolanên bajarê Hesekê de kortik çêbûne û xira bûne. Her wiha li gel bilindbûna pileyên germahiyê, kamyonên bargiran rewşa rêyên xerabûyî xirabtir dikin.

Di vî warî de Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a bajarê Hesekê dest bi qîrkirina gelek rêyên sereke yên bajêr kir.

Serokê Daîreya Fenî ya Hesekê Fehid Îbrahîm got dê gelek rê bên qîrkirin û bi bermehî û kevirên şikandî bên sererastkirin.

Komîteyê di 13`ê Hezîranê de dest bi qîrkirina Rêya Muheleq a rojhilatê Hesekê kir. Piştî qirkirina rê bi 21 hezar metrekab qîr û bi lêçûna 300 hezar dolaran, êdî kamyonên mezin dê di derveyî bajêr re derbas bibin.

Li gorî Fehid Îbrahîm dê rêyên gundên Til Tawîl, Eb El-Şok û Til Ehmer bi bermahiyan bên sererastkirin. Her wiha diyar kir ku dê projeyên wekî sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 5 kîmetreyan, sererastkirina peyarê, avakirina rogaran, sererastkirina parkan û piran li Hesekê pêk werin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî Şaredariya Gel dest bi projeyên nû kiriye. Di nava projeyan de dê rêyên li navenda navçeyê û gundên girêdayî wê werin qîrkirin. Her wiha dê rêyeke din li bakurê navçeyê bê vekirin da ku qerebalixa di nav navçeyê de sivik bibe û tevgera trafîkê jî hêsan bike.

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Nesîm Mûrad wiha axivî: "Piştî civînên bi komînan re rewşa rêyan û binesaziya navçeyê û gundewarên wê hate naskirin, nivîsgehên fenî yên Şaredariya Tirbespiyê û bajarokên girêdayî wê piştî lêkolînê gelek proje pêşkêşî Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişloyê kir.”

Mûrad wiha pê de çû: "Piştî proje hatin erêkirin û budce ji bo pêkanîna van projeyan ji qîrkirin, sererastkirin û dayîna toreyên kenalîzasyonê, hate veqetandin, Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê û bajarokên girêdayî wê dest bi van projeyan kir da ku di demsala havînê de bi dawî bike."

Nesîm Mûrad îşaret bi projeyên herî girîng ên Şaredariya Gel kir û got dê rêyekê li bakurê navçeyê vekin ku têketina bajêr li aliyê rojhilat bi têketina bajêr li aliyê rojava girê dide bêyî ku di navenda bajêr re derbas bibe. Her wiha diyar kir ku dê rêya gundê Şelhûmiye Siyasî qîr bikin û toreyên avê yên nû dirêj bikin.  

Her wiha di nava projeyan de dê rêyên bajarokên Til Merûf, Meşûq, Hilwe û Ebû Firi bê qîrkirin û sererastkirin da ku tevgera şêniyan di zivistanê de hêsan bibe.  

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa û bajarokên girêdayî wê Şaredariya Gel dest bi projeyên qîrkirina rêyan kir. Şaredariyê ji bo sererastkirina rêyên navçeyê û gelek gundan, 2 hezar û 500 metre bermahî veqetandiye.

Li bajarokê Abre Şaredariya Gel rêya gundê Girkê Xilo bi dirêjahiya hezar û 680 metre qîr dike, toreyên kanalîzasyonê li gundê Amarat dirêj dike û rêya gundê Sinan heta bigihêje rêya giştî bi dirêjahiya hezar û 700 metre bi bermahiyan sererast dike.

Şaredariya bajarokê Kêşkê dê rêya di navbera gundê Aliyat û Kevrê Dena de bi dirêjahiya 3 kîlometreyan û bi hezar û 600 metrekab qîrê zîft bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J2475H_hNyc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>