Welatiyekî Efrînê 3 car in ji aliyê çeteyan ve tê revandin

Çeteyên Ehrar Şerqiyê welatiyekî ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina herêmê ve ev cara sêyemîn e direvîne.

Welatiyekî Efrînê 3 car in ji aliyê çeteyan ve tê revandin
28 hezîran, 2022   07:36
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Ehrar Şerqiyê di 20'ê Hezîranê de welatiyê bi navê Ehmed Ebdulrehmen Meamo yê ji şêniyên gundê Memila yê navçeya Racoyê, ji dema dagirkirina herêmê di 2018'an de û heta niha ev cara sêyemîn e direvînin û pereyan ji malbatê wî distînin.

Heman çavkanî ragihand ku çeteyan dema ku Ehmed ji karê xwe di dikana Zehret El-Xelîc de ya li ser rêya Recoyê, vedigerî mala xwe li taxa Zêdiyê ya herêma Efrînê, revandin.

(dm)

ANHA