Navenda Çand û Hunerê ya Tebqa û Reqayê amadekariyên Mîhrîcana Zarokan dikin

Bi nêzîkbûna Mîhrîcana Zarokan a salane, navendên çand û hunerê yên Tebqa û Reqayê perwerdekirina zarokên ku dê beşarî mîhrîcanê bibin, zêde dikin ku tê payîn di dawiya meha Hezîranê û destpêka Tîrmehê de dest pê bike.

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqa û Reqayê amadekariyên Mîhrîcana Zarokan dikin
28 hezîran, 2022   06:12
REQA-EHMED ESAF

Mîhrîcana Zarokan li Reqa û Tebqayê sala 2019'an dest pê kir û yek ji mîhrîcanên girînge e ku ji zarokên her du bajaran re tê lidarxistin.

Ji bo destekdayîna zarokên xwedî behreyên çandî û wêjeyî û baweriya wan bi xwe xurt bibe, ev mîhrîcan tê lidarxistin. Di mîhrîcana ku dê 4 rojan berdewam bike, dê şahiyên cihereng ji zarokan re bên lidarxistin.

Piştî rizgarkirina herêmê, ev mîhrîcana yekemîn e. Navendên Çandê yên Reqa û Tebqayê girîngiyeke mezin didinê ji ber ku desteka manewî dide zarokatiyê. Her sal di vê demê de, heta 4 rojan tê lidarxistin.

Endamê Komîteya Amedekar a mîhrîcana Reqayê Menaf El-Musa ji ajansa me re diyar kir ku mîhrîcan xwedî girîngiyeke mezin e, zarokan teşwîq dike ku behreyên xwe derxne û bi awayekî erênî bandor li zarokan dike.

Menaf El-Musa da zanîn ku zarok dê stranên dîrokî ku behsa adet û kevneşopiyên şêniyên Reqayê dikin, şano û berhemên hunerî û çandê pêşkêş bikin

El-Musa destnîşan kir ku wan bi Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê re koordîne kir û serdana dibistanan kirin da ku zarokên xwedî behre keşf bikin û tev li mîhrîcanê bikin.

Navenda Çandê ji destpêka meha Hezîranê ve zarokan li gorî behreyên wan perwerde dike. Perwerde ji aliyê kesên di qadên muzîk, xêzkirin, şano, dîlan û helbestan de pirsporên tên dayîn.

El-Mûsa piştrast kir ku Mîhrîcana Zarokan a Reqa û gundewarên wê dê di 2'yê Tîrmehê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rêvber a Tebqayê Elî El-Elayê diyar kir ku Mîhrîcana Zarokan a Tebqayê dê di 30'yê Hezîranê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike. Her wiha anî ziman ku zêdetirî 170 şagirt tev li mîhrîcanê bibin. Her wiha di nav wan de, şagirtên bexçeyên zarokan ên girêdayî komîteyên jinan ên Tebqayê û malbatên şehîdan jî hene.

Elî destnîşan kir ku Navenda Çandê ya Tebqayê girîngî dide armanca vê mîhrîcanê ya ku behreyên zarokan derdixe pêş û got: “Bi taybet di havînê de navend strageha yekemîn a zarokan e da ku behreyên xwe bi pêş bixin.”

(dm)

ANHA