​​​​​​​Du endamên jin ên PYD`ê: Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî û têkoşînê bi ser kevin

Li dijî gefên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, du jinên endamên PYD`yê bang li jinan kir ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.

​​​​​​​Du endamên jin ên PYD`ê: Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî û têkoşînê bi ser kevin
28 hezîran, 2022   01:49
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan her tim vîna gelê azad ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encama siyasetên serdestên xaka Kurdistanê dagir kirine de bindest bûn, dike armanc.

'JINA BIRÊXISTINKIRÎ DIKE ARMANC'

/kr/uploads/files/2022/06/27/190302_.webp

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê Hêvî Silêman axivî û got: "Di demekê de ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Rojava dike û vîna jina azad, birêxistinkirî û pêşeng û civakê îdare dike, dike armanc.”

Hêvî Silêman li ser birêxistinkirina jinan wiha axivî: "Jinan xwe li ser bingeha neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin, bi vî awayî cihekî taybet di Şoreşa Rojava de girt û ji hemû jinên li cîhanê re bû mînak, lewma di şexsê jinan de projeya neteweya demokratîk tê hedefgirtin.”

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê îşaret bi armanca ji lidarxistina civîn, penal û semîneran kir û got: Em hewl didin cureyên tundiya li ser jinan tê kirin, bi awan bidin naskirin. Ew dikare xwe û zayenda xwe ji tundrawan biparêze. Nexasim di vê dawiyê de sûcên kuştina li dijî jinan zêde bûne. Lewra divê em xwe bigihînin hemû jinan û wan birêxistin bikin da ku tundiya li ser tê kirin, tune bikin."

Hêvî Silêman bang li hemû jinan kir ku li dijî desthilat, dagirkerî û çewisandina ji aliyê artêşa Tirk a dagirker li dijî wan tê kirin, xwe bi rêxistin bikin û got: "Devera birêxistinkirî bê guman bi ser dikeve."

Hêvî Silêman diyar kir ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ku jinan dike armanc, bisekinin û wiha dewam kir: "Bi rêxistinkirin û têkoşîna xwe em ê bikarin bajarên hatine dagirkirin rizgar bikin, her wiha bi şerê gel ê şoreşgerî û têkoşîna jina birêxistinkirî em ê di şer de bi ser bikevin."

/kr/uploads/files/2022/06/27/190241_.webp

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Erîfe Bekir axivî û têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk a dagirker her tim êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û welatiyan dike armanc, her wiha gefên nû li dijî wê dixwe. Di heman demê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike ji xwe ev hemû isbat dike ku Erdogan di siyaseta xwe de îflas kiriye û hewl dide bala gelê tirk bikişîne derve da ku binkeftina xwe binixumîne."

'PARASTINA XAKÊ ERKÊ HER KESÎ YE'

Erîfe Bekir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve, bi hevbeşiya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, mînaka wê jî beriya çend rojan cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li Başûrê Kurdistanê bi balafirên dewleta Tirk a dagiker hate hedefgirtin. Erîfe bi domdarî got: "Tirkiye û PDK`ê bi hemû awayan hewl didin gelê Kurd qir bikin, gelo çima hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng in? Ev bêdengî isbat dike ku hevbeş û hevkarin Tirkiyê ne."

Erîfe destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk jinan dike armanc, nexasim jinên siyasetmedar mînaka herî berçav jî; hedefgirtina sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endamên rêveber ên Meclisa Navçeya Deşîşe ya Kantona Hesekê û şehîd Hind El-Xidêr û Seeda El- Hermas.

Têkildarî lidarxistina PYD`ê Kongreya xwe yê 9`emîn, Erîfe Bekir got: "18, 19 û 20`ê Hezîranê me Kongreyê xwe yê 9`emîn li dar xist û armanca me ew bû ku em hîn zêdetir kar û xebatên xwe berfireh bikin û astengiyên berê derbas bikin, ji ber ku parastina xakê erkê hemû pêkhateyan e."

Ji bo parastina gel Erîfe got: "Divê li dijî hemû xeterî û êrişên li ser xwe em asta têkoşîna xwe mezin bikin û rê nedin dagirkeriya Tirk ku vîna me têk bibe, her wiha divê jin têkoşîna xwe xurttir bike da ku xak û gelê xwe biparêze."

Di dawiyê de Erîfe Bekir bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe biparêzin û jiyana hevbeş xurttir bikin da ku civakeke sûrî ya demokratîk ku xwedî li giyanê demokratiyê yê rastîn derdikeve û hewl dide azadî û edaleta civakî pêk bîne, ava bikin.

(eh)

ANHA