Li Rêber Abdullah Ocalan 3 mehên din hevdîtin hate qedexekirin

Eşkere bû ku li Rêber Abdullah Ocalan 3 mehên din hevdîtin hatiye qedexekirin.

Li Rêber Abdullah Ocalan 3 mehên din hevdîtin hate qedexekirin
26 hezîran, 2022   07:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê ku agahiyên xwe ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wergirtiye, bi hinceta cezayekî nû yê dîsîplînê qedexeya hevdîtinê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin.

Parêzeran, piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtinê ya beriya niha, ji bo dîtina muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdaneke nû kirin

Li girtiyên li Îmraliyê di 3'ê Sibata 2022'an de bi îdîaya cezayê dîsîplînê 3 mehan hevdîtin hatibû qedexekirin.

Piştî ku ev ceza bi dawî bû parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku malbat karibin hevdîtinê bikin.

Dadgeriyê 8'ê Hezîranê bersiv da vê daxwazê û bi hinceta "cezayên dîsîplînê hînê dewam dikin" serlêdan red kir.

Parêzeran li ser vê yekê di 15'ê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê îtiraz kirin.

Di 23'ê Hezîranê de bersiv ji vê serlêdanê re hate dayin. Dadgehê diyar kir ku di 31'ê Gulanê de ji bo 3 mehan cezayekî nû yê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn û îtiraz red kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşan dan, ji ber ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê van cezayên dîsîplînê ji wan re ragihandîne

Parêzerên ku 15 meh in nikarina gahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin, diyar kirin ku bi rêya van cezayan hewl didin ku ji Îmraliyê bêagahî bimînin.

Parêzeran ragihandin ku wê serlêdanên hiqûqî dewam bikin.