​​​​​​​Careke din êrişî bîra gazê ya Kormor hate kirin

Beriya çendekê carek din bi muşekan êrişî bîra gazê ya Kormor hate kirin.

​​​​​​​Careke din êrişî bîra gazê ya Kormor hate kirin
25 hezîran, 2022   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, beriya çendekê carek din bîra gazê ya Kormor a li bajarokê Qadir Kerem a Çemçemal a Silêmaniyê, bi muşekan hatiye hedegirtin.

Gorî agahiyan di êrişê de ziyanek negihiştiye ti kesê.

Hêjayî gotinê ye duh li nêzî bajaroka Qadir Kerem a Çemçemal a Silêmaniyê careke din li dijî bîrên gazê yên li Kormor ku ji aliyê Kompanya Gana Gaz ya Îmaratê ve tê rêveberin êrişa bi mûşekan pêkhatibû.

Her wiha di 22'ê Hezîranê de jî li dijî heman bîra gazê êrişek bi mûşekan pêk hatibû.

Bîra petrolê ya gazê ya Kormor dikeve sinorê bajaroka Qadir Kerem a ser bi Çemçemalê. Kompanya Dana Gaz ya Îmaratê li santralê de kar dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye di 7’ê Nîsana 2022’an de jî bi muşekan êrişê parzûngeha kompanya Kar a li sinorê bajaroka Kewirgosk a girêdayî Hewlêrê hatibû kirin.