Malbatên şehîdan ên Hecînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina Ferhad Şiblî şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên Hecînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
25 hezîran, 2022   13:16
DÊRAZOR

Bi amadebûna endamên saziyê sivîl û malbatên şehîdan ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê daxuyaniyek li ber avahiya xwe da. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rena Xetat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê  de hovîtiya Osmaniya berê û ya dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide beşên fireh ji bakurê Sûriyê tev li xwe bike, çavê xwe berdaye bakur û rojhilatê wê, naxwaze îstiqrar li herêmê hebe, ji ber vê yekê hewl dide bi êrişên xwe, dagir bike."

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên Tirkiyê yên li ser Kobanê û wiha hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê dewam dikin. Ji ber van êrişan qurbanî çêdibin. Welê xuya ye ku bêyî rijandina xwîna gelê Sûriyê nikare bijî, lê li hemberî vê yekê tu helwest nayê nîşandan."

Her wiha hate gotin: "Ji vir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê em piştgiriya xwe bi Kobanê û tevahî xaka Sûriyê re nîşan didin. Em êriş û siyaset texrîbî yên Tirkiyê yên li welatê me red dikin û em ê li hemberî wê bêdeng nemînin."

Di daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê qetilkirina Ferhad Şiblî şermezar kir, sersaxî ji malbata şehîd û Rêveberiya Xweser re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

ANHA