​​​​​​​Şandeya Belçîkayê: Em hewl didin Rêveberiya Xweser nas bikin

Serokê şandeya Belçîkayê ya ku serdana Rêveberiya Xweser kiriye, diyar kir ku ew hewl didin Rêveberiya Xweser nas bikin û di aliyê ewlehî û aborî de destekê bidinê.

​​​​​​​Şandeya Belçîkayê: Em hewl didin Rêveberiya Xweser nas bikin
25 hezîran, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bi serokatiya nûnerê Belçîkayê yê taybet bi Sûriyê û balyozê wê yê Lubnanê Hubert Cormann serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê kir da ku têkildarî çareseriya siyasî li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmar 2254'an, nîqaş bikin.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Elî Giûd û cîgira Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Îlham Metlî pêşwaziya şandeya Belçîkayê kir.

Her du aliyan gelek mijarên hevpar wekî çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ya 2254'an ku desteya bilind a dan û standinan û komîteya destûrê di ber çavan re derbas bikin da ku tevahî gelê Sûriyê tevî hemû pêkhateyên wê û bi taybet Kurdan temsîl bike, gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî, mirovî û rewşa kamp û koçberan nîqaş kirin.

Nezîra Gewriyê behsa sîstema Rêveberiya Xweser û xebata saziyên wê kir, çawa ew hewl didin rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriye tevî astengiyên aborî û ewlehiyê bi pêş bixin.

Serokê şandeya Belçîkayê Huber Cormann piştrast kir ku welatê wî piştgiriya çareseriya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên siyasî û civakî ya gelê Sûriyê dihewîne û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254'an dike.

Cormann diyar kir ku welatê wî destka mirovî ku gelê Sûriyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye sûd jê digire, didomîne. Her wiha anî ziman ku ew rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di têkbirina DAIŞ'ê de û parastina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriye û alîkariya wê di şerê li dijî terorîzmê de dizanin.

Cormann di dawiya axaftina xwe de got: “Em hewl didin Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk nas bikin û destka ewlehî û aborî bidin da ku ewlehî û aramiyê li tevahî Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk bînin."

(dm)