Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li konê sersaxiyê yê Şehîd Ferhad Şiblî bû

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê li ser şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî konê sersaxiyê vegirt û îro şêniyên Minbic û gundewarên wê tev li merasîmê bûn. Beşdaran diyar kir ku artêşa Tirk bi hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk kir armanc.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li konê sersaxiyê yê Şehîd Ferhad Şiblî bû
25 hezîran, 2022   11:53
MINBIC

Endamên saziyan û komîteyên rêveberiya Minbicê, şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyan xwe, rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî tev li konê sersaxiyê bûn.

Destpêka merasîma sersaxiyê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî re xwest. Nezîfe diyar kir ku ev kiryar derqanûnî û derexlaqî ne.

Nezîfe Xelo îşaret pê kir ku şehîd Ferhad Şiblî roleke pêşeng di avakirina Rêveberiyên Xweser de lîst û wiha dewam kir: "Şehîd Ferhad piştî herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, yek ji damezirînerên rêveberiya bajêr bû û hewl dide Sûriyeke demokratîk, azad û pirreng ava bike. Dewleta Tirk bi şehadeta Ferhad Şiblî xwest projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk têk bibe."

Endamê Komîteya Rêbertî ya Minbicê Zekî Hesen axivî û got: "Şehîd Fehad Şiblî jiyana xwe ji bo gel û doza xwe û avakirina civaka demokratîk veqetand."

Hesen da zanîn ku destên xayîn û bêbextan di şehadeta Ferhad Şiblî de heye, ji wan heye ku ew ê çirûska azadî û demokrasiyê vemirînin, lê hîn vêketî ye û ew ê bimîne.

Tê payîn konê sersaxiyê heta sibe bi serdana bi dehan welatî û saziyên sivîl û leşkerî dewam bike.

(eh)

ANHA