'Armanca dewleta Tirk ne tenê Kurd, lê tevahî pêkhateyên herêmê ye'

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm û helbestvan Cela Hemzawî destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef û diya kirin ku hinceta ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dê gelê Sûriyê nexapîne.

'Armanca dewleta Tirk ne tenê Kurd, lê tevahî pêkhateyên herêmê ye'
25 hezîran, 2022   06:32
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi armanca dagirkirin, koçberkirin û guhertina demgorafî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Her wiha hewl dide projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û ewlehiya xwe ya neteweyî wekî hinceta pêkanîna van êrişan nîşan dide.

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm ê ji bajarê Tebqayê anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker a bi serokatiya Erdogan ji van siyasetên bi hineta ewlehiya neteweyî, têbirina ewlehiya herêmê ye.

Şadî El-Îbrahîm diyar kir ku êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dike, ne wekî ku îdia dike li dijî kurdan e, lê projeya ku ji xwe dispêre fikirê rêber Abdullah Ocalan, dike hedef û wiha domadn: "Armanca Tirkeriyê ne tenê Kurd, lê projeya biratiya gelan e ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'êhatiye avakirin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze projeya xwe ya Osmaniya nû pêk bîne."

El-Îbrahîm îşaret pê kir ku hevgirtina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê bingehê têkbirina êriş û projeya mêtîngeriyê ya Tirkiyê ye.

Helbestvan û wêjevan Cela Hemzawî diyar kir ku gelek armancên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê hene û wiha pê de çû: "Em nikarin bêjin ku hewl dide tenê serdema Osmanî vegerîne, lê kar dike ku beriya bidawîbûna 2022'an û ketina 2023'yan qadeke berfireh ji xaka Sûriyê dagir bike."

Cela Hemzawî bi bîr xist ku dewleta Tirk Minbic û Til Rifetê topbaran dike, armanca wê ne tenê Kurd, lê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Helbestvan Cela Hemzawî got: "Dema ku dest bi pêkanîna planên xwe bike, dê dest bi plana osmaniya nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Cela Hemzawî di dawiyê de bal kişand ser "herêma ewle" ya ku Tirkiyê behsa wê dike û got: "Hinceta dewleta Tirk a dagirker ne rast e, dixwaze raya giştî qezenc bike. Erdogan dixwaze bi rêya vegerandina sûriyên li Tirkiyê û bicihkirina wan li avahiyên mêtîngeriyê yên li xaka Sûriyê ava kirine, giraniya xwe di nav gel de çêke."

ANHA