'Herêma Ewle gava pêşîn a tevlêkirina herêmên dagirkirî ji desthilata Osmanî re ye'

Rêveberê Şepêla Genim a Sûriyê Salih Sîtan El-Nebiwanî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe ya rasteqîn ragihînin û got: ''Axaftina Erdogan a li ser herêma ewle ji bo pêkanîna guhertina demgorafîk e, her wiha planeke demdirêj e da ku van herêma tev li desthilata Osmanî ya pêşerojê bike.''

'Herêma Ewle gava pêşîn a tevlêkirina herêmên dagirkirî ji desthilata Osmanî re ye'
25 hezîran, 2022   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya ambargo, şewitandina zeviyan, qutkirina av û topbarankirina stasyonên kehrebeyê, siyasetên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî pêk tîne. Heman demê tundiya sîstematîk li dijî penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê dimeşîne, bi wê yekê amadekariya qutkirina herêmên sûrî ji xaka Sûriyê û koçberkirinê, dike.

Vê dawiyê serokkomarê Tirkiyê gefên dagirkirina bajarên Minbic û Til Rifetê xwarin. Çavdêr dibêjin ku serokkomarê Tirk hewl dide gav bi gav xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike, ji ber vê yekê ji gelemperiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê tê xwestin ku li hemberî van gefên nû bikevin tevgerê.

Di vê der barê de, rêveberê Şepêla “Genim” a Sûriyê û endamê Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê ji bo Vegerandin Serwerî û Biryarê, Salih Sîtan El-Nebiwanî ji ajansa me re axivî

El-Nebiwanî anî ziman ku gelê Sûriyê li hemû herêmên hundirîn û yên dagirkirî û yên di bin serweriya hikumetê de di rewşeke lawaz û bêhêvî de ye, lê jê tê xwestin ku helwesta xwe ya rastqîn ya redkirina hemû cûreyên dagirkeriyê ragihîne û tevî hemû mercan nêrîn û armancên xwe bikin yek.

Osmaniyan zêdetirî 400 salî herêmên ji Heleb, heta rêya navneteweyî, Kerkûk û Mûsil ên Iraq dagir kiribûn ku bi sînorê Mîsaqî Millî bi nav dike.

Di sala 2016'an de dewleta Tirk a dagirker bajarê Cerablusê, piştre Bab û Marî dagir kirin. Bi armanca firehkirina qada dagirkeriya ya li gorî Mîsaqî Millî  jî, bi beşdarbûna "Artêşa Nîştimanî" di 2018'an de Efrîn dagir kir. Piştre di sala 2019'an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Ji bo temamkirina projeya xwe ya dagirkeriyê, gefên dagirkirina Minbic û Til Rifetê ya nêzî Helebê dixwe.

Li ser vê mijarê El-Nebiwanî ev tişt anî ziman: "Bajarê Helebê xwedî girîngiyeke dîrokî, erdîngarî, aborî û bazirganî ye, li ser rêya Herîr e ku Çîn jî dixwaze dest deyne ser. Em timayên Osmaniya kevn û ya nû û tiştên ku dê dewleta Tirk a dagirker bike, jî bîr nakin. Helbet ji tevahî hêzên siyasî û civakî tê xwestin li hemberî vê dijminahiyê bisekinin."

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê vê hatine dagirkirin, rojane sûcên dermirovî, qirkirina xweza, talankirina şûnwaran û guhertina demgorafî rû didin. Tevî vê yekê Erdogan îdia dike ku ew 'herêmên ewle' ne.

Rêveberê Şepêla “Genim” got: "Belavkirina têgehên mîna ewle, gava pêşîn a guhertina demgorafîk e da ku alîgirên Enqere lê werin bicihkirin. Dibe ku planeke demdirêj be ku di pêşerojê de van herêman tev li desthilata Osmanî bike."

Rêveberê Şepêla Genim û endamê Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê ji bo Vegerandin Serwerî û Biryarê Salih Sîtan El-Nebiwanî bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhate, netewe û olên wê kir ku gotin û xebata xwe bikin yek ''Da ku dagirkeran ji xaka Sûriyê ya yekbûyî derxînin, dewleteke hemwelatîbûn a laîk a nûjen ava bikin, biryara xwe ya serdestiyê û rola xwe ya dîrokî û ya pêşeroja rasteqîn li ser tevahî xaka Sûriyê vegerîne."

ANHA