QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê girt

QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê girt ku xwekuj vediguhastin û ji bo pêkanîna teqînan amade dikirin.

QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê girt
25 hezîran, 2022   07:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Taybet ên QSD`ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî li nêzî bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê operasyonek li dar xist.

Li gorî malperê, operasyon li dijî serçeteyê DAIŞ`ê pêk hat ku endamên şaneyan, bi taybet xwekuj, vediguhastin û li herêmên Dêrazor û Hesekê û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bi çek dikirin da ku teqînan pêk bînin.

QSD`ê li ser malpera xwe piştrast kir ku di çarçoveya operasyonê de bi ser cih de hatiye girtin û serçeteyê DAIŞ’ê li maleke li gundê Deman ê nêzî bajarokê El-Bisêra hatiye girtin. Di kontrolkirina malê de, gelek çek û teqemenî jî hatin dîtin û çek û alavên leşkerî yên hatine dîtin, hatin desteserkirin.

(cx)