Li Derayê ciwanek bi guleyên nenasan hate kuştin

Li Derayê ruxmî hêzên hikumeta Şamê li herêmê projeya bi navê "lihevkirinê" pêk anîne, lê dîsa jî tevliheviyeke ewlehî heye û îro ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Li Derayê ciwanek bi guleyên nenasan hate kuştin
24 hezîran, 2022   08:34
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li bajarokê Nafîe ya rojavayê Derayê kesên nenas gule li ciwaneke reşand di encamê de hate kuştin.

SOHR`ê daxuyand ku ciwanê hatiye kuştin ji bajarokê Nafîe ya rojavayê Derayê ye û bazirganiya çekan dike. Piştî hêzên hikumeta Şamê Derayê kontrol kir û projeya "lihevkirinê" pêk anî, êdî wî ciwanî karê sivîl dikir.

Li gorî SOHR`ê bi vî awayî li Derayê ji destpêka Çileyê ve bi hemû rêbazan 262 êriş pêk hatine, di encamê de 215 kes hatine kuştin, ji wan 105 sivîl in û 2 jin û 4 zarok in. Her wiha 88 leşkerên bi ser hikumeta Şamê ve û hevkarê saziyên ewlehiyê û leşkerên projeya "lihevkirinê" erê kirine. 11 leşkerên berê ku ev proje erê kirine û tev li tu aliyan bûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 7 kesên  nenas, 3 leşkerên Feyleq El-Xasim û çekdarên Rûsyayê ne.

(eh)