Endamên PYD'ê: Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogên navxweyî pêkan e

Endamên PYD'ê gotin partiya wan doza kurdî wek dozeke nîştimanî û mafdar dibîne û diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyê bi diyalog, jiyana hevbeş û Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirreng pêkan e.

Endamên PYD'ê: Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogên navxweyî pêkan e
24 hezîran, 2022   06:25
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

18-19-20 vê mehê kongreya 9'an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" bi beşdariya 700 delegeyên endamên partiyê hat lidarxistin.

Beşdarên kongreyê diyar kir ku doza kurdî li Sûriyê dozeke mafdar e û teqezî li ser çareserkirina krîza Sûriyê kir.

GIRÎNGIYA DIYALOGÊ JI BO TÊKBIRINA PLANÊN DAGIRKERIYA TIRK

Girêdayî mijarê, hevserokê PYD'ê yê kantona Qamişloyê Mihemed El-Şumerî destnîşan kir ku di kongreyê de hat gotin ku çareserkirina krîza Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkan e, çi bi rêya lihevkirinên siyasî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser an jî bi hêzên demokratîk ên opozîsyonê, da ku bigihêjin çarseriyên siyasî û danîna sînorekî ji planên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina Osmaniya re.

Di encamnameya kongreyê de, beşdaran wiha destnîşan kir: "Divê rastiya gelê şoreşger wek bingeha têkoşîna li dijî dagirkeriyê û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî û parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, were dîtin.”

‘DEWLETÊN DESTWERDAN KIRIYE JI ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ DÛR DIKEVIN’

El-Şumerî diyar kir ku divê krîza Sûriyê bi rêya diyaloga li gel opozîsyona demokratîk bê çareserkirin û got: "Îtîlafa Sûriyê nûnertiya gelê Sûriyê nake, li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî û derve kar dikin. Divê ji aliyê gelê Sûriyê ve yê li hundir ve, ne yên di hembêza dewleta Tirk a dagirker de xebateke mezintir bê kirin."

Mihemed El-Şumerî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya diyaloga sûrî-sûrî û got: "Dewletên destwerdan di kar û barên Sûriyê de dikin, li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî û navnetewyî kar dikin."

‘JIYANA HEVBEŞ, CIVAKEKE AZAD Û JIYANEKE BIRÛMET’

Der barê mijarê de, endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Şerîfe Hisên diyar kir ku di encamnameya kongreyê de biryara avakirina civakeke azad û jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de bûn.

Şerîfe Hisên got: "PYD'ê ji bo danûstandin û lihevkirinê amade ye bi hemû aliyên siyasî yên kurdî û sûrî re bicive, çareserkirina krîza Sûriyê bi diyaloga sûrî-sûrî yan jî her lihevkirinekê ku gelê Sûriyê rizgar dike, pêkan e."

Di kongreya 9'an a PYD'ê de Salih Mislim û Asya Ebdullah wek hevserok, meclisek ku ji 145 endaman û Komîteya Disîplînê ku ji 7 endaman pêk tê, hatibûn hilbijartin.

(mh)

ANHA