Rojnameyên erebî: Li Derayê serbazekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Rojnameyên erebî vê sibehê di hejmarên xwe de behsa zêdebûna suîqastên li Derayê, krîza siyasî ya Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê serbazekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
24 hezîran, 2022   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ SERBAZEKÎ GIRÊDAYÎ ‘TORÊN HIŞBIRÊ’ HATE KUŞTIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di 2 rojên borî de li Derayê ya başûrê Sûriyê kiryarên hedefgirtina serbaz û endamên hêzên rejîma Sûriyê zêde bûn. Herî dawî jî hewldana qetilkirina alîkarê di saziya îstîxbarata girêdayî rejîma Sûriyê de yê bi navê Mihemed Hilwe bi mayînekê li nêzî çerxerêya Hemame. Ew hewldan dema erebeyeke leşkerî şeva çarşemê derbas bû, pêk hat. Her wiha tora ‘Dera 24’ da zanîn ku di encama teqînê de Mihemed Hilwe û 4 kesên pê re birîndar bûne.

Hilwe berpirsê avakirina şaneya suîqastan e ku Ii bajarokê Seya yê rojhilatê Derayê dixebite. Endamên Lîwaya 8’an a bi desteka Rûsyayê dike hedef. Yek ji fermandarên koman bi navê Hamid Şebane ev yek piştrast kir.

Kesên nenas şeva sêşema borî, serbazekî rejîma Sûriyê bi mayînekê li ser rêya di navbera bajarokên Cemle û Eyn Zeker ên li herêma Hewd Yermûk a rojavayê Derayê kir hedef, di encamê de ew û kesên pê re hatin kuştin.”

‘VEKIŞÎNA EL-SEDIR DI PARLAMENTOYA IRAQÊ DE PÊŞÎ LI HEVALBENDÊN ÎRANÊ VEDIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îstîfakirina bloka El-Sedir rê li pêş hevrikên xwe yên di Çarçoveya Hemahengiyê de vekir ku parlamentoyê kontrol bikin û blokeke mezin bi 103 parlamenteran ava bikin, bandorê li hilbijartina serokkomar bikin, dûre şêwirên hilbijartina serokê hikumeta nû bi rê ve bibin. Ev yek jî derbayeke giştî di parlamentoyê de ku hemû belgeyên wê di destê El-Sedir de bûn û Îran bi lîstina bi çarenûsa parlamentoyê tawanbar kir.

Çarçoveya Hemahengiyê piranî danişînên parlamenterên bloka El-Sedir ku bi giştî îstîfa kirine, wergirtin û wê jî hişt ku hêza yekemîn di parlamentoyê de be û hişt meclisa qanûnsaz civîneke awarte li dar bixe û tê de parlamenterên alternatîf sond bixwin.

64 parlamenterên alternatîf li pêş serokê meclisê bi giştî sond xwar, lê 9 jî tune bûn.

Piştî biryara xwe ya ji nişka ve ku zext li parlamenterên xwe kir ku îstîfa bike û parlamento ji hevrikên xwe re hişt, El-Sedir wekîlên Îranê bi destwerdana siyasî û zetxkirina li ser parlamenterên serbixwe yên nû hatine hilbijartin û hevalbendên El-Sedir ên serkêşiya wê dikin, tawanbar kir."

‘MÎQATÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ CAREKE DIN HATE ERKDARKIRIN’

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Necîb Mîqatî (67) ji 128 dengan bi 54 dengan hat hilbijartin û bi vî awayî bû serokwezîrê Lubnanê. Mîqatî xwe dispêre nermbûna xwe ya siyasî û kesayetî û di zemanê aloziyên mezin û rikeberiyan bi taybet 2005`an de siyaseta zivirandina goşeyan bi kar tîne. Mîqatî wekî namzetekî kêrhatî ku wê dawiyê li nakokiyên siyasî bîne, tê dîtin.

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn, Mîqatî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir, piştî vê yekê jî Mîqatî piştrast kir ku wezareta wî dikare welat ji krîzê derxe."

(fr-eh)