MXDŞ'ê sersaxî ji malbata Îbrahîm Derwîş re xwest

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber şehdeta çalakvanê Siyasî Îbrahîm Derwîş Evdî ku di encama êrişa li ser Meclisa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro gehişt asta şehadetê, daxuyenek nivîskî da û da diyakirin ku ew ê heya Şengalek xweser û azad wê li ser şopa şehîdan tekoşîna xwe dewam bikin

MXDŞ'ê sersaxî ji malbata Îbrahîm Derwîş re xwest
23 hezîran, 2022   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Melcisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyek nivîskî sersaxî ji malbata çalakvanê Siyasî Îbrahîm Derwêş ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro şehîd bû re xwest.

Daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:

“Bi navê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê bi minasibeta şehadeta rêhevalê me Îbrahîm Derwêş Evdî ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser meclisa me ya gel a Sinûnê de birîndar bibû û piştî heftiyekê ji tekoşîna xwe li Nexweşxaneya Mûsilê gehişta asta Şehdetê, em sersaxî ji binemala wî re dixwazin. Wek tê zanîm civaka di dîrokê de û heya neha bûye hedefa  dijminê  mirovahiyê dewleta Tirk. Bê cûdahî gelê me jin, zarok û her kes tên hedefgirgtin. Herî  dawî di  15’ê Hezîranê de dewleta Tirk hovîtiya xwe bi hevkariya hin aliyên ne xêrxawazên vê civakê careka din kîna xweya dîrokî a li himber gelê Êzidî da diyarkirin. Rêhevalê me Îbrahîm  roleka wî a berçav û kedeka wî a mezin di saziyên  vê civakê de çêbû. Wek kesekî welatparêz bê navber tişta diket ser  milê wî ji bo vê civakê dikir. Em wek Meclisa Xweseriya Şengalê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan heya dawî em ê tekoşîn bikin û heya Şengalek xweser û azad em ê li pey armancên wan bin. Carek din em sersaxî ji gelê xwe û malbata Îbrahîm re dixwazin û em dibêjin şehîdên me namirin û hertim zindî ne”