Li Girê Spî çeteyan welatiyek revand

Ciwanek ku piştî 3 salan vegeriya kantona Girê Spî ya dagirkerî, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Li Girê Spî çeteyan welatiyek revand
23 hezîran, 2022   18:43
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî , ''Hêzên Antî Teror'' ên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtin ser bajarokê Elî Baciliye û welatiyê bi navê Hesan Ehmed Necim El-Şewaz (30) ê ji eşîra El-Bû Cabir a Ereb ye, revand.

Çavkanî diyar kir ku Hesan 3 salan li Tirkiyê kar dikir duh vegeriya mala xwe.

Tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandina welatiyan û xwestina fidiyê li beramberî serbestberdana revandiyan didomîne.

(bx)

ANHA