Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê ya ku di 17’ê Hezîranê de dest pê kiribû, bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû.

Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû
Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû
23 hezîran, 2022   17:57
KOBANÊ

Mîhrîcana Yekemîn a Wêjeyî ya Kobanê 17'ê Hezîranê bi diruşma " Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin", ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Weşanxaneya Ava li navnda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kiribû.

Di mîhrîcana ku bi navê wêjevan Şahîn Bekir Sorgulî hatibû birêxistinkirin de, şevbuhêrkên helbest, hevdîtin bi rêya zomê bi nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji tevahî cîhanê hatibû kirin hatibûn li darxistin.

Çalakiyên mîhrîcanê bi xelatkirina kesên serkeftî di pêşbirkên wêjeyî de bi dawî bûn.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û got: “Ev mîhrîcan gaveke bingehîn ji bo çalakiyên wêjeyî ye. Mîhrîcanên salên bê dê mezintir û xwedî derfetên berfirehtir bin.”

Piştre stran ji aliyê hunermenda ciwan Stêrvan Bozan ve hatin pêşkêşkirin, piştre dengbêjê gelêrî Şêx Nebî Baqî Xido neviyê dengbêj Baqî Xido çend stranên kurdî yên gelêrî pêşkêşkirin.

Di dawiyê de navên kesên serkeftî di pêşbirka wêjeyî de hatin xwendin û ji aliyê hevserokê desteya Çandê Ziyad Elî û cîgira wî Rodîn Yûsif ve hatin xelatkirin.

Beha Iyalî ji Lubnanê  ye di pêşbirka kurtrçîroka erebî de, Ahîn Omer a ji Kobanê di pêşbirka helbestên kurdî de û Zîlan Hemo ya ji Kobanê di pêşbirka çîroka kurdî de bi ser ketin û xelat wergirtin.

(mh)

ANHA