Cenazeyê Îbrahîm Derwîş li Şengalê hate veşartin

Cenazeyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwîş Evdî yê ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû û îro li nexweşxaneyê şehîd bû, ji aliyê hezaran kes ve hate veşartin.

Cenazeyê Îbrahîm Derwîş li Şengalê hate veşartin
23 hezîran, 2022   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrişî avahiya Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrişê de zarokê bi navê Salih Naso şehîd bû û di nav de rojnamevanek bi giştî 7 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwîş Evdî ku li nexweşxaneya bajarê Mûsilê dihat tedawîkirin, îro şehîd bû.

Cenazeyê Îbrahîm di saetên Şevê de gehişt mala wî ya li Geliyê Kersê. Cenaze ji Geliyê Kersê bi karwanakî wesayîtan ber bi Goristana Şêbl Qasim a li Çiyayê Şengalê hate birêkirin. Cenaza ji aliyê hezaran xelkê herêmê ve hate veşartin.

Ji bo sersaxiyê jî kon li ber mala şehîd hatiye vedan û wê sersaxî bên qebûlkirin.