Malbatên şehîdan: Dîrok li xayînan nayê rehmê û em ê tola şehîdan hildin

Malbatên şehîdan ên Helebê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Kurdistanê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê tola şehîd Ferhad Şiblî hildin.

Malbatên şehîdan: Dîrok li xayînan nayê rehmê û em ê tola şehîdan hildin
23 hezîran, 2022   05:54
HELEB - MIHEMED EBDOر

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 17'ê Nîsana borî ve, her wiha êrişên li ser Şengal û Mexmûrê, bênavber didomîne.

Malbatên şehîdan ên Helebê xiyaneta PDK'ê ya bi gelê Kurd re bi tundî şermezar kir û banga meşandina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiyê kir.

Birayê şehîd Xebat Efrîn, Ehmed Mihemed Bîlal wiha got: "Şerê ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne şerê qirkirin û tunekirinê ye, lê em soz didin ku li ser şopa hêzên xwe yên leşkerî bin, çi li Rojava çi li Bakur û çi li Başûr."

EM Ê TOLA ŞEHÎD FERHAD ŞIBLÎ HILDIN

Ehmed diyar kir ku armanca sereke ya artêşa Tirk a dagirker ji siyasetên qirkirin û kuştinê, tunekirina nasnameya Kurdî ye. Girêdayî vê mijarê Ehmed got: "Hertim em dibêjin ku Êzîdî civakek e û ji çand û dîroka gelê Kurd pêk tê. Ji ber vê jî artêşa Tirk a dagirker bi vî awayî Şengal û şêniyên wê dike hedef û dixwaze bi vê yekê dîrok û çanda Kurdî tune bike."

Ehmed her wiha got ku berxwedan rêya tekane ya parastina Şengalê ji êrişan e û Şengal wek dergûşa dîroka herêmê nexasim a Kurdan bi nav kir.

Der barê şehîdbûna têkoşer Ferhad Şiblî de, Ehmed wiha anî ziman: "Agahiya şehadeta şehîd Ferhad Şiblî ji bo gelê me li Heleb, Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir xemgîn bû. Ji bo şoreşa 19'ê Tîrmehê windahiyeke mezin e, em ê bi berdewamkirina berxwedanê, hêviyên şehîdan û rêber Abdullan Ocalan bi cih bînin."

XIYANET NEXWEŞÎ YE DIVÊ WERE RAKIRIN

Ehmed xiyanet wek nexweşiyekê bi nav kir kubi destê dijmin hatiye belavkirin û armanc dike destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe û wiha domand: "Ji deh salan ve Tevgera Azadiya Kurdistanê hewl dide Mesûd Barzanî îqna bike ku yekitiyeke Kurdî were avakirin. Lê xuya ye ku Barzanî birayara xwe daye ku di rêya xiyaneta bi gelê Kurd re bimeşe. Bi rêya rewakirina dagirkeriya Tirk a li ser bêhtirî 20 kîlometreyan xaka başûrê Kurdistanê, bazaran li ser gel bike.”

Ehmed wiha berdewam kir: “Tevî her tiştî, ez bang li aqilmendên malbata Barzanî dikim ku xiyaneta PDK'ê rawestînin û yekitiyeke Kurdî ji bo derxistina dagirkeriyê pêk bînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed wiha anî ziman: "Eger ji destê dijmin were, rehmê li me nake. Divê gelê me tev li berxwedanê bibin ji bo têkbirina dijmin û vegerandina mafên gelên bindest.”

'EGER KIRYARÊN XWE BIDOMÎNE DÎROK DÊ MESÛD BARZANÎ BI XIYANETÊ TAWANBAR BIKE'

Welatiya bi navê Nezîfe Çolaq ku dayika her du şehîdan Dilsoz û Mîdya ye, di serî de berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir û wek çavkaniya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bi nav kir.

Nezîfe wiha domand: “Ez bang li Mesûd Barzanî dikim ku dev ji xeta xiyanetê berde, ji ber ku dîrok dê wî bi xiyanetê tawanbar bike."

Nezîfe Çolaq ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê berxwedan û serînetewandina li hember dijminan, bersiva herî guncew li hember dagirkeran û xayînan be.  Divê em pere nedin pêşiya rûmet û axê."

Di dawiya axaftina xwe de Nezîfe Çolaq got: "Ji bo rizgarkirina herêmn dagirkirî divê em têkoşînê mezin bikin û rêya şehîdan bişopînin."

(mh)

ANHA