‘Em ê tola şehîd Ferhad hilînin û têkoşîna wî bidomînin'

Beşdarên merasîmê oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi xurtkirina rêxistinkirina şoreşa xwe wê tola şehîd Ferhad rakin û got, bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê  xiyanetî û tevkariya di vî sûcî de nîşan dide.

‘Em ê tola şehîd Ferhad hilînin û têkoşîna wî bidomînin'
23 hezîran, 2022   00:45
QAMIŞLO

17`ê Hezîranê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li navçeya Kelar ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û di encama wê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Roja Yekşemê 20'ê Hezîranê cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî gihaşt Rojava. 21'ê Hezîranê Ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deh hezeran kes cenazeyê şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo spartin axê. Şêniyan di merasîmê de diyar kirin ku ew amade ne tolê ehîd Ferhad hilînin. Her wiha diyar kirin ku ew ê têkoşîna şehîd bidomînin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî vê êrişî helwestekê nîşan bide û hesab ji dagirkeran bixwazin.

SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Endama Kongreya Îslama Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd Elî El-Hesen îşaret bi rola şehîd Ferhad Şiblî di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û wiha axivî: "Şehîd Ferhad Şiblî mohra xwe di nava Rêveberiya Xweser de hişt. Bi şehadeta xwe asîmanê azadiya Kurdistanê û tevahî gelên herêmê ronî kir."

Elî El-Hesen bal kişand ser nêrîna ola îslamî di hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî de û wiha domand: "Îslamê qetilkirina kesekî bê bêheqî heram kiriye. Tişta ku li dijî şehîd Ferhad hate kirin sûcekî plankirî ye. ''

'EM ÇOGÊ JI XAYÎNAN RE DANAYÎNIN'

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî hemû di kesayeta şehîd Ferhad Şiblî de şehîdên azadiyê bi bîr anîn, her wiha îşaret bi hedefgirtina têkoşer Ferhad Şiblî di hundirê xaka Başûrê Kurdistanê de kir û got: "Şehîd Ferhad bi komployekê ji aliyê dagirker û xayinên ve di hundirê xaka Başûrê Kurdistanê hate hedefgirtin."

Sûad Mistefa bang li şêniyên Başûr û hikumeta wê kir ku helwesteke zelal li hemberî êrişên dagirkeran nîşan bidin û got: "Em ê şopdarên rêya şehîdan bin, em ê tu carî çogê ji xayînan re danayînin."

'TOLHILDANA ME DÊ BI RÊXISTINKIRINA ŞOREŞÊ BE'

Welatiyê bi navê Salih Sadiq ê ji navçeya Dêrikê ye sersaxî ji rêber Abdullah Ocalan û hemû şervanên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê heta Heleb û Efrînê re xwest û teqez kir ku soza tolhildanê ji şehîd Ferhad re dê bingeha xurtkirina rêxistinkirina wan di nava Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be û ev tişt anî ziman: "Tevgera Azadiya Kurditanê hate damezirandin da ku tola şehîd Hekî Kerar rake. Em ê soza têkoşîna tolhildna hemû şehîdan bi rêya xurtkirina rêxistinkirina xwe, bidomînin."

Sadiq teqez kir ku bi sedan ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê dê rêya têkoşîna şehîd Ferhad berdewam bikin û ev tişt got: "Şehîd Ferhad bi navê Kurd û tevahî gelên Kurdistanê têkoşiya. Şehadeta wî windahiyeke mezin ji tevahî Kurditanê re ye û şehadeta wî hêz û îsrara me di berxwedanê de xurttir dike."

Salih Sadiq îşaret bi beşdarbûna PDK`ê di hedefgirtian şehîd Ferhad Şiblî de kir û wiha axivî: "Hevaltiya YNK`ê ji îxaneta PDK`ê ne baştir e. Ev ne cara yekemîn e ku têkoşerên me li ser xaka Silêmaniyê têne hedefgirtin."

'EM Ê RÊYA ŞEHÎD FERHAD BIDOMÎNIN'

Welatiya bi navê Merdiya Ehmed ku ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye anî ziman ku dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya şehîd Ferhad Şiblî heta rizgakririna her buhstekê ji xaka Kurdistanê dê bişopînin û got: "Em hemû amade ne rêya şehîd Ferhad bişopînin. Bi sedan Ferhad dê hebin da ku şoreşa me bi ser bixin."

Welatiya bi navê Hindiya Enter jî ya ji bajarê Qamişlo îşaret bi yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku planên dewleta Tirk têk bibe û ev tişt anî ziman: "Dijmin di êrişên li ser me dê paşde venegere. Lê tişta ku di vê demê de tê xwestin ku em ji doza şehîdan paşde venegerin. Em yekitiya xwe li hember hemû lîstok û planên dewleta Tirk xurt dikin."

Welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed ku ji Şamê ye diyar kir ku pêwîste heseb ji xayinên li ser xaka Kurdistanê bê xwestin û got: "Tevahî gelên Rojhilata Navîn deyndarên xwîna şehîdan in, ji ber ku ji bo azadiya hemû gelan gihaştin asta şehadetê.

(bx)

ANHA