ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2022
22 hezîran, 2022   23:00

-Di çarçoeya çalakiyên Kongra Star ên bîranîna şehîdên komkujiya Helincê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî de, şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê, mûman li Goristana Şehîd Rûsem Cûdî ya li gundê Berkevirê pêdixin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê, ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê merasîmek tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şehîd Ferhad Şiblî konê sersaxiyê li bajarê Reqayê vedigere, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê, meşek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ketina gundê Helincê ber bi cihê komkujiyê ve tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya berxwedana QSD'ê, ji aliyê şêx û rûspiyan ve, çalakiyek li navçeya Sirînê ya Kobanê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê bi dayîna xelatan bi dawî dibe. Mîhrîcan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tê lidarxistin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star ji bo şehîdên komkujiya Helincê daxuyaniyekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Ragihandina Azad û saziyên ragihandinê ya li herêmê, daxuyaniyekê li ber çerxerêya Şehîd Rûbar a li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hemîsê şehîdên komkujiya Helincê bi meşekê tên bîranîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tirbespiyê ji malbata gerîlaya HPG'ê şehîd Bêrîvan Cuma (Avzem Çiya) re sersaxî tê xwestin. Konê sersaxiyê li Baxçeyê Mezin ê navçeyê tê vedan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zêdan El-Asî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji belavbûna di civata navneteweyî de sûdê digire û armanc dike ku bi êriş û gefên xwe projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. El-Asî got:  "Divê gelê me piştgiriya xwe bi QSD' re bidomîne û hêzên me amade ne berisva êrişan bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên merasîmê oxirkirina şehîd Ferhad Şiblî diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi xurtkirina rêxistinkirina şoreşa xwe wê tola şehîd Ferhad rakin û got, bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê  xiyanetî û tevkariya di vî sûcî de nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Helebê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Kurdistanê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê tola şehîd Ferhad Şiblî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde dibin, bi rêya balafirên bêmirov ên biçek êriş dikin, bêyî hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê helwestekê nîşan bidin. Lêkolînerekî iraqî anî ziman tenê bi berxwedanê dikarin van êrişan têk bibin.

- Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî yê ji Misirê Munîr Edîb got belavbûna ''Heyet Tehrîr El-Şam'' li Efrîna dagirkirî, planeke Tirkiyê ye ku armanc jê dike sîfeta terorê ji ser heyetê rake û wan li dijî Kurdan bi kar bîne. Edîb hişyarî da ku ev yek dê bibe sedema derketina DAIŞ`ê.

ÇAND Û HUNER

- Li Kurdistanê huner eniyeke bingehîn a berxwedana li dijî dagirkerî û xiyanetê. Hunermendan li Rojava ji destpêka êrişên dagirkeirya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ve hewl dan bi rêya awaz û stranên xwe bibin dengê vê berxwedanê û bigihînin dilê hemû kurdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Îro du sal di ser komkujiya Helincê re derbas dibin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî 3 jinên şoreşger li Kobanê pêk aniye. Lê hîna jî di pêkanîna komkujiyan li dijî jinan li herêmên dagirkirî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Jinan li hember van êrişan, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê û têkbirina dagirkeriyê da.

CÎHAN

-Zêdetirî deh sal di ser guhertinên li herêmê çêbûne re derbas bûn, lê hîna bandore wê li gelên herêmê bi dawî nebûye, lê kûrtir bûye. Li hemberî vê gelan biryara misogerkirina mafên xwe, mafê jiyaneke bi rûmet da.

ANHA