Mûnîr Edîb: Dewleta Tirk hewl dide Heyet Tehrîr El-Şam li dijî Kurdan bi kar bîne

Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî yê ji Misirê Mûnîr Edîb got belavbûna Heyet Tehrîr El-Şam li Efrîna dagirkirî, planeke dewleta Tirk e ku hewl dide navê terorê ji ser çeteyên Tehrîr El-Şam rake û wan di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne. Edîb hişyarî da ku ev yek dê bibe sedema zindîbûna DAIŞ`ê.

Mûnîr Edîb: Dewleta Tirk hewl dide Heyet Tehrîr El-Şam li dijî Kurdan bi kar bîne
23 hezîran, 2022   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN-MÎDYE HENAN

Piştî dan û standinên Astanayê, di saetên destpêkê yên êvara 18`ê Hezîranê de, çeteyên Feyleq El-Şam ji gundên navçeya Şêrawa vekişîn navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî û li şûna wan çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) bi cih bûn ku wan jî bi erêkirina dagirkeriya Tirk, operasyonek leşkerî li dijî çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê pêk anî.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam benda kontrolê ya li Xezewiyê û di navbera gundên kantona Efrînê û bajarê Idlibê de ye û benda kontrolê ya gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê ku nêzî sînorên Tirkiyê ye, kontrol kirin.

Çete derbasî navçeya Cindirêsê bûn û hemû gundên wê kontrol kirin û piştre berê xwe dan navenda bajarê Efrînê piştî ku artêşa Tirk ji bendên xwe yên li deriyê têketina bajêr vekişî baregehên xwe.

HEYET TEHRÎR EL-ŞAM (CEBHET EL-NUSRA) KÎ NE?

Cebhet El-Nusra ku girêdayî El-Qaîde ye û li Idlibê çalak e, di dawiya 2011`an de dema serçeteyê El-Qaîde Mihemed El-Cûlanî ji Iraqê derbasî Sûriyê bû da ku şaneyên terorîst bi rêxistin bike, ava bû.

Di Nîsana 2013`an de, El-Cûlanî xîlafeta Eymen El-Zawahrî di rêxistina El-Qaîdayê de pejirand. Cebhet El-Nusra ji El-Qaîdeya li Iraqê cuda bû û bû rêxistineke serbixwe. Di Çileya 2017`an de, Cebhet El-Nusra têkilî gelek komên çeteyên din ên li Sûriyê bû û navê xwe kir Heyet Tehrîr El-Şam.

Di 15`ê Gulana 2014`an de Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li gorî beşa 219`an a qanûna koçberî û nasnameyê Cebhet El-Nusra wek rêxistineke terorîst a biyanî sinifand.

Di 14`ê Gulana 2014`an de, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li gorî biryara rêveberî ya bi hejmar 13224’an Cebhet El-Nusra wek rêxistineke taybet a terorsît a cîhanî sinifandibû. Ji ber wê sinifandinê, hemû sermiyanên Cebhet El-Nusra û fayîzên di bin daraza Amerîkayê de hatin qedexekirin. Bi giştî li amerîkiyan hat qedexekirin ku dan û standin bi Cebhet El-Nusra re bikin. Her wiha desteka bi zanabûn û qestî, hewldana destekdayîna madî, derfetên madî û pêkanîna komployên ji bo peydarkirina destekê ji Cebhet El-Nusra wek sûc tê hesibandin.

Dewleta Tirk destekê dide Cebhet El-Nusra, ji bo ku gumanan ji ser xwe rake ku destekê dide komeke girêdayî El-Qaîdeyê û navê wê di lîsteya terorê ya navneteweyî de heye, Tebaxa 2018`an Cebhet El-Nusra wek rêxistineke terorîst bi nav kir.

‘CEBHET EL-NUSRA DIXWAZE REWABÛNÊ JI CIVATA NAVNETEWEYÎ BI DEST BIXE’

Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî yê ji Misirê Mûnîr Edîb ji ajansa me re têkildarî sedemên ji ber wê şer di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de derketine, axivî û got: “Di vê dawiyê de, xuya dibe ku Heyet Tehrîr El-Şam hewl dide rewabûnê çi li Sûriyê yan jî derve ji civata navneteweyî bi dest bixe. Yanî hewl dide navê xwe ji lîsteya terorê ya Amerîkayê derxe. Ji ber wê, di xebatên xêrxwazî, sivîl de li Sûriyê kar kir. Navê xwe ji Cebhet El-Nusra guhert û kir Heyet Tehrîr El-Şam û girêdana xwe bi Qaîda û DAIŞ`ê re qut kir.”

Têkildarî sedemên derketina Heyet Tehrîr El-Şam di vê dawiyê de Edîb got: “Cebhet El-Nusra dibe ku dixwaze têkiliyên bi Artêşa Nîştimanî re ava bike da ku bibe beşek ji pêkhateyên Sûriyê. Yanî, ev delîleke din e û teqez dike ku li cem civata navneteweyî pirsgirêk tune ye bi rêxistinên terorîst ên tundraw re yan jî yên ku em dikarin bi terora tund bi nav bikin bide û bistîne.” 

TÊKILHEVKIRINA KOMÊN ÇETEYAN

Edîb wiha domand: “JI ber wê, ev bikaranîn û hevkariya di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Artêşa Nîştimanî de, tê wateya hewldana tevlêkirina heyetê di artêşê de ye ji ber ku artêş pêkhateyeke bingehîn a siyasî ya Sûriyê ye.”

Edîb diyar kir ku naskirina vê rêxistina tundraw an jî rola wê di jiyana Sûriyê de di pêşeroja nêz de, delîl e ku civata navneteweyî dixwaze vê rêxistina tundraw xurt bike û cihê xwe di rêveberiyê de bigire mîna ku dixwaze DAIŞ`eke din li Sûriyê biafrîne.

Mûnîr Edîb destnîşan kir ku sûdgirê rastîn ji vê yekê, civata navneteweyî ye ku dixwaze wan rêxistinên tundraw ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û mafên mirovan û pêkanîna ewlehiyê û aştiyê li herêmê û Rojhilata Navîn paşguh dike. Edîb ev yek teqez kir: “Civata navneteweyî tenê dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne, heta ku bi rêya rêxistinên tundraw mîna Heyet Tehrîr El-Şam be. Ji xwe ev yek niha pêk tê.”

Edîb îşaret pê kir ku Heyet Tehrîr El-Şam ji bo pêkanîna ajandeyên sûrî û tirkî, pêkanîna armancên herêmî û navneteweyî tên bikaranîn di nav de tunekirina şêniyên resen yanî Kurdan û wiha domand: “Em ji bîr nekin ku destê Heyet Tehrîr El-Şam di kuştina çalakvanan li ser bingehên olî û iraqî de hene. Em ji vê yekê ditirsin. Ez difikirim ku dê ev yek li herêmê pêk were, heke rê li pêşiya heyetê bê vekirin.”

‘PLANEKE DEWLETA TIRK E’

Li gorî Edîb xurtkirina Heyet Tehrîr El-Şam planeke dewleta Tirk e û wiha pê de çû: “Tirk destekê didin vê komê û dê wan di pêkanîna armancên xwe de bi kar bînin di nav de şerê li dijî Kurdan li herêmê. Ji ber ew bi xeteriya Kurdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihesin. Yanî tirk bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam dixwaze Kurdan tune bike. Berê Ebû Mihemed El-Cûlanî rûgirtî derdiket ser çapemeniyê lê niha bi cihûbergên fermî derdikeve pêşiya kamerayan û tev li civînên çapemeniyê dibe. Bi vê yekê dixwazin tevger weke hêzeke siyasî ya sûrî ya resen bê qebûlkirin. Yanî dê Tirkiyê bi rêya vê yekê gelek armancan pêk bîne, dê kurdan bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam tune bike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê jî vê rêxistinê bi hêztir bike.”

(şx)

ANHA