​​​​​​​Belgefilîma Şehîd Nûjiyan Erhan li Qamişlo hat nîşandan

Belgefilîmek li ser perçeyek ji jiyan û tekoşîna şehîd û rojnamevan Nûjiyan Erhan li navenda Mihemed Şêxo hate nîşandan.

​​​​​​​Belgefilîma Şehîd Nûjiyan Erhan li Qamişlo hat nîşandan
22 hezîran, 2022   17:16
QAMIŞLO

Bi destekdayîna Hîlala Zêrîn, Prodeksyona Nûjiyan, listikvan Ferîde Zade û derhêner Jînda Asmen bi alîkariya Zinarîn Zinar belgefilama jiyana û tekoşîna şervana tevgera azadiyê û rojnamevan Nûjiyan Erhan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate nîşandan.

Belgefîlm bi amedebûna bi dehan rojnamevan û şêniyên bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Beriya belgefîlm were pêşandan, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

/kr/uploads/files/2022/06/22/171954_img_1622.webp

Pişt re ji komîteya amedekar derhêner Jînda Asmen li ser armanca belgefilmê axivî û got: “Armanca me ji belegefilîmê ew e ku em jiyan û tekoşîna rêhevala Nûjiyan bi gel bidin naskirin û bûna bersiv ji keda hevala me ya şehîd re.”

Bi dirêjahiya saetek û 13 xulek belgefilîm bi baldarî hate temaşekirin. Di dawiya de temaşevanan bi duruşmeya “ şehîd namirin” belgefilîm bi dawî kirin.

(dg)

ANHA