Desteya Tenduristiyê: Nabe dosyayên mirovî werin polîtîzekirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rasterast bandorê li qada tenduristiyê dike. Desteyê bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Koalîsyona Navneteweyî kir ku dosyayên tenduristî û mirovî polîtîze nekin.

Desteya Tenduristiyê: Nabe dosyayên mirovî werin polîtîzekirin
22 hezîran, 2022   15:43
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa tenduristiyê li herêmê, civînek çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Bi dehan bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, hevserok û endamên Desteya Tenduristiyê amade bûn.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet û Sûriyê bi giştî û hate gotin: "Dema em behsa qada tenduristiyê li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet bikin, divê em qala azarên ku aloziya Sûriyê bi xwe re anîne û bandorên wê yên rasterast ên li ser qada tenduristiyê bikin, ku rastî talankirin, dizî û paşguhkirinê hat. Daneyên nû ku me bi bîr xistin rasterast bandoreke mezin li welatiyan û asta elaqeya tibî dike. Ji ber ku binsaziya vê qadê û saziyên wê ji aliyê komên çete, di serî de DAIŞ'ê hate talakirin.

Têkildarî bandora aloziya Sûriyê li qada tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev tişt hatin gotin: "Hermên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî pêlên terorê hatin ku ji aliyê xwe ve bandor li qada tenduristiyê kir. Ev qad ji kiryarên dizî, talankirin û wêrankirinê bê par nema. Bi deh hezaran şêniyên bakurê Sûriyê di oxira parastina rumeta mirovahiyê ji teror û tundrawiyê canê xwe feda kir. Her wiha derdora 27 hezar kes ji şervan û sivîl birîndar bûn. Zêdetirî 500 birîndar birînên wan giran e, ku pêwîstiya wan bi destwerdana lezgîn a dermankirinê hene. Lê mixabin ev li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye, ji ber ambargoya li ser me hatiye ferzkirin, em nikarin birîndarên di demên guncaw de derxînin da ku tedawî bibin. Wê demê tu fêdeya tedawî ji birîndar re namîne. guncaw û di demên guncaw de bibîne."

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de ragihand ku wan li gorî derfetên heyî asteke baş a elaqeya bi tenduristiyê dabûn kirin û wiha hate domandin: "Li hemberî vîrusa Koronayê stratejiya me ya tenduristiyê roleke girîng list ku herêmên me ji belavbûna vîrusê parast, nemaze di demekê de ku me ji ber kêmbûna alîkariyên tibî û mirovî li gorî tê xwestin û li gorî hejmara mezin a niştecihên herêmê, zehmetî dikişand."

DANEYÊN NEXWEŞNEYÊN KU LI HERÊMÊ BELAV BÛNE

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aloziyên aobrî, jîngehî yên cîhanî û şerê li cîhanê bandorî li dewlet û gelan dikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de.

Her wiha hate gotin, dagirekriya Tirk a li herêmê, êrişên domdar ên bi balafiran ên li ser sivîlan, ambargo û girtina deriyên sînor dibin sedema kêmbûna madeyên sereke, derman û pêwîstiyên tenduristiyê, di encamê de li pêşiya pêkanîna armancan di demên wê yên diyar de dibin asteng.

Di daxuyaniyê de desteyê got: “Li herêmên me di 10 salên derbasbûyî de, gelek nexweşî derketin ku berê me derbas kiribûn û êdî tune bûn. Lê dîsa vegerîn ji wan:

Laşmanya: derdora 70 hezar kes pê ketin.

Sahaya yan jî nexweşiya di tevna mejî de: Di meha borî de hezar kes pê ketin.

Kanser: 5 hezar kes.

Nexweşiyên gurçik: 3 hezar û 500 kes.” 

Desteya Tenduristiyê got, ew ji vê daneyê hewl dide bala cîhanê û aliyên mirovî û tenduristî bikşîne ser zehmetiyên ku rastî qada tendursitiyê li herêmê tê û welatiyên pêwîstiya wan bi dermankirina li derveyî herêmê heye û got: “Lêçûna dermankirinê li gel rewşên aborî yên dijwar, barên welatiyan girantir dikin. Gelek welatî mirin, ji ber ku gelek welatî ji ber derfetên kêm û dorpêçê, nikarin lêçûna dermankirinê tehemul bikin.”

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK QADA TENDURISTIYÊ YA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKIN HEDEF

Der barê bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser qada tenduristiyê de, Desteya Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me û gelên me berdewam in. Ev yek dê bibe sedema koçberkirina bi hezaran niştecihan, pêkanîna komkujiyan, zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran. Yanî ev yek dê bandor li qada tenduristiyê bike ku nikare xebatên tendursitiyê ji birîndaran re pêşkêş bike. Her wiha dê bandor li bi hezaran koçberên di nav kampên herêmê de bike ku pêwîstiya wan bi dermankirinê heye.”

POLÎTÎKKIRINA DOSYA TENDURISTIYÊ Û MIROVÎ

Desteyê di daxuyaniya xwe de bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û rêxistinên mirovî yên navneteweyî, ewropî, herêmî û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê kir ku, roleke çalak di qada tenduristiyê de bilîzin, projeyên tenduristiyê mîna kargehên dermanan, teqîgehan, nexweşxaneyên pîspor, navendên taybet bi nexweşiyên giran, navendên perwerdekirina kadroyên tendursitiyê ava bikin.

Her wiha bang li rêxistin û desteyên navborî kir ku serî ji zext û hesabên siyasî re netewînin û nebin şirîkê genedelî, dizîkirina para herêmê ya alîkariyên mirovî. Desteyê her wiha banga lidarxistina têkiliyên yekser bi rêxistinên navneteweyî yên mirovî û tenduristî re kir da ku herêm para xwe ji derman û alîkariyên tenduristî û mirovî bibe dûrî aliyên ku dosyaya tenduristiyê û mirovî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe polîtîk dikin û ji bo dorpêçkirina herêmê bi kar tînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin "Ji ber vê rewşê, sekineke bi wijdan li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dorpçkirî pêwîst dike, ji ber ku vî gelî berdêla sekna li hemberî terora cîhanî û têkbirina wî dide."

(şx )

ANHA