Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî semînerek da

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî têkoşîna azadiyê ya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ferhad Şiblî semînrek da.

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî semînerek da
22 hezîran, 2022   14:40
MINBIC

Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyan, Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên taybet ên jinan û endamên Yekitiya Jinên Ciwan tev li semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2022/06/22/131724_abtsam-abd-alqadr.webp

Di semînerê de, destpêkê sînevizyonek têkildarî kurtedîroka têkoşîne şehîd Ferhad Şiblî hate pêşandan. Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û got: “Armanca me ji danîna vê semînerê, danasîna jiyana şehîd Ferhad Şiblî ye. Şehîd Ferhad ji bo em azad bêjin, canê xwe feda kir.”

Her wiha Îbtîsam Ebdulqadir teqez kir ku şehîdxistina kesayetekî nîştimanî, siyasî û têkoşer mîna şehîd Ferhad Şiblî, li dijî qanûn û exlaqê ye û got: “Şehîd Ferhad Şiblî her tim hewl dida biratiya gelan, jiyan hevbeş û aştî li herêmê pêk were. Bi destê xederê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin. Ev dewlet, bi siyasetên xwe yên pîs di hedefgirtina sivîl û têkoşeran de tê naskirin ku armanc dike, vîna gelan têk bibe û tune bike.”

/ar/uploads/files/2022/06/22/131754_mhadhrh-fy-mnbj-an-hyah-alshhyd-frhad-shbly-alndhalyh-28129.webp

Îbtîsam Ebdulqadir balkişand ser êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û got: “Ev êriş, israr û vîna me bihêztir dikin ku têkoşîna şehîdan berdewam bikin. Ev berdêla herî hindike ku em li hember fedakarî û destkeftiyên bi xwîna xwe bi dest xistine, didin.”

Têkildarî bandor û şûna ku şehîd Ferhad Şiblî li dû xwe hiştiye Îbtîsam Ebdulqadir got: “Wî mohreke mezin di dilê hemû şêniyên herêmê û Minbicê bide hişt. JI ber ji damezrînerên yekemîn ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bû.”

Beşdaran soza şopandina têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî, pêkanîna azadiyê ji gelên azadîxwaz re û tola wî hilînin da.

 (şx)

ANHA