Bi sedan jin li Reqa êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi pêşengtiya jinên ciwan, bi sedan jinên Reqayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û şehîdxistina Ferhad Şiblî şermezar kirin.

Bi sedan jin li Reqa êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
22 hezîran, 2022   14:35
REQA

Li Reqayê bi sedan jin, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl ji bo şermezarkirina şehîdxistina cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên şehîd Ferhad Şiblî, alên PYD û QSD'ê hatibûn hildan.

Meş ji pêşiya Parka Reşîd destpê kir û li çerxerêya El-Neîm rawestiya û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê daxuyaniyek da raya giştî. Endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Reqayê Buşra El-Ehmed daxuyanî xwend.

'DAGIRKERÊN TIRK LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ ASÊ MAYE NIKARE ŞERÊ GERÎLA BIKE'

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de got: “Dagirkeriya Tirk hîna êrişên xwe didomîne, da ku sazûmaniya osmaniya nû bi rêya meşandina siyaseta têkbirina ewlehiya herêmê ji nû ve ava bike. Ji ber wê Cerablus, Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn, Idlib, Bab, Ezaz û herêmên din dagir kirin. Bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re, di pêkanîna êrişên hovane li dijî gerîlayên Tevgera Rizgariya Kudistanê û pêşengên projeya neteweya demokratîk de, hevalbendî ava kir. Lê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji 50 salî ve li hember van êrişan li ber xwe dide.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê asê maye, nikare şerê gerîla bike û nikare vekişe jî, ji ber PKK`ê tenê ji bo gelan şer dike, kengî bixwaze gelan qir bike, PKK`ê li hemberê derdikeve.

Her wiha yekitiyê diyar kir ku hêza xwe li Şengal û Başûrê Kurdistanê rewa dibîne û ruxmî derfetên xwe yên mezin jî, lê li hember DAIŞ`ê bi bin ket û gerîla bi lehengî şerê DAIŞ`ê kir.

Jinên ciwan di daxuyaniya xwe wiha got: “Gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo gel, sembolên hebûn û serkeftinê ne. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef. Ew û hevalbenda xwe PDK`ê ji 17`ê Nîsanê ve, êrişên dagirkirinê li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê pêk tînin, lê heta niha tu encam li çiyayan bi dest nexistin û bi bin ketin.”

Yekitiyê balkişand ser hewldanên dagirkeriya Tirk ku binkeftina xwe li hember gerîla binûxmîne û got: “Ji ber wê, berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina pêşengên projeya neteweya demokratîk ku bûne çareseriya bingehîn û hêviyeke mezin ji bo gelên herêmê û cîhanê. Hedefgirtina şehîd Ferhad Şiblî delîla herî mezin a vê yekê ye.”

ŞERÊ AZADIYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan soza tolhildana ji bo şehîdxistina şehîd Ferhad Dêrik da û got berpirsên yekemîn ên vê yekê, hikumeta Bexdad û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ne.

Yekitiyê îşaret bi hevkariya PDK`ê bi dagirkeriya Tirk re kir û got: “Em ji malbata Barzanî re dibêjin, we ax û gelê xwe firot, hûn nûnertiye kesekî nakin. Ne gel, ne jî ol, ne jî netew û ne jî nirx, xiyaneta hûn dikin qebûl nakin. Hûn sûcdarên şer in û ji bo mayîn di desthilatê de xwe frotina Tirkiyê."

Yekitiyê careke din soz da garîla û gel ku dê li hember êrişkerên li ser herêmê bibin bendeke asê û dê berxwedana gerîla ji xwe re mînak bigirin û bang li ciwanan kir ku tev li şerê azadiyê bibin.

Di dawiya çalakiyê de bang li hesabxwestinê ji dagirkeriya Tirk û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

(şx)

ANHA