Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya

MSD'ê gef û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bandora wan li çareseriya siyasî bi jinên Dêrazorê re nîqaş kir.

Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
Li Dêrazorê MSD'ê bi jinan re civiya
22 hezîran, 2022   14:28
DÊRAZOR

Civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma El-Sebha Kîlo bi beşdarbûn jinên çalakvanên siyasî, rewşenbîr, nûnerên jin di nava sazî, meclisên sivîl, herêmî û leşkerî yên Dêrazorê de hate lidarxistin.

Di civînê de Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed behsa geşedanên li Sûriyê, bandorên aloziya navneteweyî li ser qada Rojhilata Navîn bi giştî û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, kir.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker îsar dike ku êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û di vê yekê dosya Ukraynayê weke kaxezeke zextê kesybaz dike û hewl dide ji welatên din jî tawîzan bigre.

Îlham Ehmed wiha domand: "Divê helwesteke eşkere li hember van şeran hebe. Divê em li hember hemû hewldanên ku dixwazin aramî û ewlehia herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, bisekinin. Tevî hemû kesybazkirina ku tê kirin lê heta niha êrişên dewleta Tirk li ser herêmê nehatine erêkirin."

Beşdaran jî nêrînên xwe anî ziman, diyar kirin ku li hemberî hemû hewldanên têkbirina aramiya herêmê yekitî û hevgirtin pêwîst e.

(bx)

ANHA