​​​​​​​Mihemed bin Selman serdana Tirkiyê dike

Cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji dema ku erka xwe wergirtiye, cara yekemîn e serdana Tirkiyê dike û dê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

​​​​​​​Mihemed bin Selman serdana Tirkiyê dike
22 hezîran, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Nîsanê de ji bo başkirina têkiliyan di navbera her du hêzên herêmî de, Erdogan serdana Erebistana Siûdî kiribû û bi mîrê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd re civiyabû. Wê yekê îhtîmala hebûna fînansmanên Erebistana Siûdî nîşan da ku bibe sedema sivikbûna azarên aborî yên Tirkiyê.

Reutersê li ser zimanê berpirsekî Tirk ê payebilind ku navê xwe eşkere nekir, da zanîn ku tê texmînkirin ku serdan bibe destpêka têkiliyên nû.

Berpirsê Tirk da xuyakirin ku îhtîmal e li ser pevguhartina pereyan dan û standin çêbin û tê texmînkirin ku di serdanê de li ser enerjî, aborî û ewlehiyê were lihevkirin, her wiha xebat li ser razemeniyên Erebistana Siûdî yên li Tirkiyê jî tê kirin.

Li aliyekî din jî berpirs destnîşan kir ku dibe ku di serdanê de her du alî li ser firotina balafirên Tirkiyê yên bêmirov û biçek ji Riyadê re nîqaş bikin.

Ev serdan di demekê de ku aboriya Tirkiyê bi krîzeke mezin re rû bi rû ye, pêk tê.

Erdogan roja înê ragihandibû ku dê mîrê Erebistana Siûdî di 22’yê Hezîranê de ji bo dan û standinên li ser "geşkirina têkiliyan" serdana Tirkiyê bike.

Çavdêrên Tirk got guhartina di daxuyaniyên Erdogan de çêbûne, pê nayê bawerkirin, ji ber ku ew vê yekê ji bo îqnakirina fînansman û turîstên siûdî dike ku Tirkiyê hatiya guhartin, her wiha da ku têkiliyên aborî û bazirganî wek beriya kuştina rojnamevan Xaşiqcî vegerin.

Çavdêran destnîşan kir ku guhartina Erdogan dike, rewşên heyî ew neçar kir, ne guhartina di rêbaza wî ya kesayetî de ye. Ji aliyê hundir ve hîna tundiya li ser azadiyê nêrînê û hevrikên wî yên siyasî heye. Her wiha di aliyê derve de jî hîna daxuyaniyên Erdogan der barê Yewnanistan û Fransayê de nehatine guhartin û li dijî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê ye.

Çavdêran anî ziman ku ji ber mezinahiya zirarên bi Tirkiyê û aboriya wê bûye, her wiha zirarên bi milk, turîzm, rêzefîlmên Tirkiyê, Erdogan siyaseta xwe li hember dewletên Kendavê, bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê guherand.

Ji duşema borî ve Mihemed bin Selman li Misir û Urdunê digere. Ji zêdetirî 3 salan ve ev cara yekemîn e.

Nakokiya di navbera dewleta Tirk û Erebistana Siûdî de, ji 2013’yan ve ye. Dema Enqereyê destek da Îxwanên li Misirê ku şoreşa gel têk bir û piştî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî di 2018’an de, ew nakokî zêde bûn.

(fr)