Hejmara qurbaniyên erdheja Efganistanê gihaşt 920 kesan-HATE NÛKIRIN

Hejmara kesên di erdheja li Efganistanê de jiyana xwe ji dest daye gihaşt 920 kesan, herî kêm 600 kes ji birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên erdheja Efganistanê gihaşt 920 kesan-HATE NÛKIRIN
22 hezîran, 2022   08:28
NAVEND NÛÇEYAN

Li eyaleta Paktîka ya Efganistanê bi pileya 6.1 şeva borî di saet 01.24’an de erdhej pêk hat.

Cîgirê Wezîrê Afatê Sharafuddin Muslîm diyar kir ku encama erdhejê de herî kêm 920 kesan jiyana xwe ji dest daye û 600 kes birîndar bûne.

Erdhej nêzî 44 km dûrî bajarê Host ya li başûr rojhilatê herêmê çêbûye.

Tîmên rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin. Bi helîkoteran birîndaran radikin nexweşxaneyên herî nêzîk.

Dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.