Parlamenterên Iraqê: Divê Kazimî pêşî li Tirkiyê bigire

Parlamantera Bloka Sadîqûn, hikumeta Kazimî berpirsa êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê nîşan da. Endamê Hevbendiya Nesir jî da zanîn ku dewleta Tirk bi hikumeta herêmê re li hev kiriye da ku rê bide hêzên Tirkiyê li axa Iraqê bi cih bibin.

Parlamenterên Iraqê: Divê Kazimî pêşî li Tirkiyê bigire
22 hezîran, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Malûme ya Iraqê, parlamentera Bloka Sadîqûn Suheyla El-Sultanî got: "Hikumeta demkî ya meşandina kar berpirsa êrişên Tirkiyê yên li dijî bakurê Iraqê ye."

Suhelya wiha domand: "Liv û tevgera hikumetê divê li ser hemû astan be û bi erka xwe ya li hemberî bûyerên li bakur diqewimin rabe, divê bang li civata navneteweyî bike ku operasyonên Tirkiyê şermezar bike û rawestîne."

Suheyla El-Sultanî anî ziman ku muzakereyên protestokirinê yek ji alavên zexta li ser dewleta Tirk e da ku êrişên xwe yên li dijî Iraqê rawestîne, her wiha divê bang li NY`yê bê kirin ku li dijî Enqereyê tedbîrên qanûnî bigire.

Parlamentera Bloka Sadîqûn wiha dewam kir: "Ger dewleta Tirk êrişên li dijî serweriya Iraqê dewam bike, ew ê ziyanên mezintir bigihêjin Iraqê."

Li aliyekî din jî endamê Hevbendiya Nesir Aqîl El-Rudeynî jî banga redkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî serdestiya Iraqê kir û got: "Siyasetmedaran ji bo dagirkirina xaka Iraqê bi aliyê Tirkiyê re li hev kiriye."

El-Rudeynî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hikumeta herêmê re li hev kiriye ku li dijî xaka Iraqê êrişên leşkerî pêk bîne û wiha dewam kir: "Ji ber ku hikumet nehatiye avakirin, parlamento nikare hesab ji aliyên hundir ên destên wan di êrişên de heye, bixwaze."

El-Rudeynî li hemberî bêdengiya Hikumeta Federal a têkildarî êrişên li dijî serweriya Iraqê got: "Ev tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê û di bin maseyê de lihevkirin heye."

El-Rudeynî diyar kir ku hikumeta bê divê destpêkê girîngiyê bide çareserkirina dosya binpêkirinên dewleta Tirk, her wiha li hemberî zêdegaviyan hesab ji hikumeta herêmê bixwaze. Li aliyekî din jî cezayên aborî li dijî wê bibire da ku hêzên wê ji xaka Iraqê derkeve.

(eh)