​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hemas têkiliyên xwe yên bi Şamê re vedigerîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa vegerandina têkiliyan di navbera tevgera Hemas û hikumeta Şamê de, xitimîna siyasî li Iraqê û aloziya nan a li Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hemas têkiliyên xwe yên bi Şamê re vedigerîne
22 hezîran, 2022   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PRAGMATÎZMA HENIYE HEMASÊ VEDIGERÎNE MALA ESED’

Rojnameya El-Ereb têkildarî vegera têkiliyên tevgera Hemas û hikumeta Şamê wiha nivîsî: “Ruxmî hemleyên berê yên ku fermandarên tevgerê li dijî Esed dane destpêkirin, her wiha tevî ku destpêkê li aliyê opozîsyona Sûriyê bûn, lê  belê tevgera Hemasê dîsa vegeriya mala serokê Sûriyê Beşar Esed.

Çavdêrên filistînî got piştî plana Îxwanan û welatên piştevanên wan a kontrolkirina pêla 'Bihara Ereban' bi bin ket, ya herî zêde zirar dîtiye Hemas bû. Nexasim baweriya Îranê ku hevalbendê wê yê sereke bû û piştevanê wê yê çek û pereyan bû, ji dest da. Çavdêran destnîşan kir ku têkçûna serokê berê yê Nivîsgeha Siyasî Xalid Mişel û hatina Îsmaîl Heniye li şûna wî, bûbûn destpêka vegera Hemasê li hevbendiya Îran û Hizbullahê.

Çavdêran eşkere kir ku hatina Heniye li ser peywira fermandariya tevgera Hemasê parçeyekî lihevkirina vegera li Îranê û şertekî bidestxistina piştgiriya darayî û alîkarîdayîna qaçaxkirina çekan bo Xezayê bû. Her wiha serdana Heniye ya niha ji bo Lubnanê, wekî tacîdarkirina peywendiyên veşartî û eşkere yên her du aliyan bû ku dê bi lihevkirina di navbera Hemas û rejîma Esed de û vegera nûnerên Hemas li Şamê bi encam bibûya.

Çavkaniyên ji Hemasê got tevgera Hemasê piştî 10 salan ji qutbûnê biryara vegerandina têkiliyên bi Şamê re da.”

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ NAMZETÊN NÛ JI BO SEROKATIYA HIKUMETA IRAQÊ PÊŞKÊŞ KIRIN’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ev tişt nivîsî: "Serokê parlamentoya Iraqê ragihand ku wê pêncşemê civîneke awarte were lidarxistin, ew yek jî di demekê de ku nakokiyên siyasî piştî vekişîna serokê tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir ji parlamentoyê kete rêyeke din, pêk hat. Tevî ku parlamento heta 10’ê Tîrmehê di betlaneya qanûnî de ye, lê armanca banga lidarxistina civînê û li gorî îmzeyên ji nêzî 50 parlamenteran hatin komkirin, nîqaşkirina gefên dewleta Tirk ji xaka Iraqê re ye. Lê armanca bingehîn parlamenterên din li şûna Tevgera El-Sadir bi cih bikin. Ew yek jî rê li pêş Çarçoveya Hemahengiyê vedike ku xwe wek bloka parlamentoyê ku hejmara wê ya herî zêde ye, ragihîne.

Lê tevî temamnekirina hejmaran, îhtîmala hevalbendên El-Sadir ên di Hevbendiya "Înqaz Weten" de PDK’ê û Hevbendiya Serweriya Sunnî beşdarî civînê nebin, heye. Lê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hemû derfeta xwe bi bihaneya girtina helwestan li dijî gefên dewleta Tirk hewl dide ev civîn li dar bikeve. Lê tevî ku têkildarî van gefên berdewam ji salan ve tu tiştekî nû tune ye.

Serokatiya parlamentoyê navên parlamenterên li şûna parlamenterên El-Sadir ên îstîfa kirin, ji Komseriya Bilind a Hilbijartinan re şandin û hejmara wan 73 parlamenter in, da ku li ser erê bike û piştre ji bo sondxwarinê di civîna pêncşemê de amade bin. Lê komseriyê hîna li ser navên alternatîf neaxiviye, her wiha tu navên alternatîf jî ku li ser erê bike, ranegihandiye. Lê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hewl da bi lez ev yek li gorî wê pêk bê.”

‘HILWEŞÎNA LÎREYÊ LUBNANÊ KRÎZA NAN KÛRTIR DIKE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El-Itîhad wiha nivîsî: "Hemwextî ragihandina berpirsên hikumeta niha li Beyrûtê ku miqdara genim di vê dawiyê de derbasî Lubnanê bûye, têra pêdiviyên şêniyan ên meh û nîvekê nake, nîşaneyên kûrbûna krîzê zêde dibin. Li gel wê jî cotkaran berê xwe da çandiniyên din.

Krîza ku bû sedema hilweşîna lîreyê Lubnanê ku ji Cotmeha 2019’an ve bi rêjeya ji sedî 95 ji dest daye, hişt ku pereyên biyanî tune bin. Ew jî dihêle piranî cotkarên lubnanî mewsimên xwe bi bihayekî erzan bifiroşin bazirganên dikarin bi dolar bikirin. Bi vê yekê cotkarên biçûk zirarên mezin dîtin û difikirin berê xwe bidin çandiniyeke din.”