HPG`ê nasnameya 4 şehîdên Zapê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û diyar kir: “Hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê.”

HPG`ê nasnameya 4 şehîdên Zapê eşkere kir
22 hezîran, 2022   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 3'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 2'ê Hezîranê saet di 10:00`an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û saet di 11:24'an de teqîneke mezin çêbû.

Hevrêyên me yên li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û heta 2'ê Hezîranê 47 rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan. Her cûre teknîka şer a modern ku radestî dewleta Tirk hatine kirin; obus, hawan, helîkopter, balafirên şer û balafirên bêmirv ên biçek, bi rêbaza gerîlatiya profesyonel pûç kirin. Di pozîsyona parastinê de neman û gotin, 'berxwedan bi tenê têrê nake, divê em teqez bi ser bikevin'. Bi ruhê êrişê yê bilind timî li artêşa Tirk a dagirker xistin û li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke mezin dan dagirkeran ku qet ji bîra wan neçe. Ne tenê li dijmin xistin, du caran çûn ser cenazeyên dijmin û dest danîn ser çekên wan. Lê belê dewleta Tirk û medya wê ya şerê taybet hewl dan vê yekê ji raya giştî veşêrin û têkçûna xwe binixumînin. Lê belê lehengên Şehîd Berxwedan bi taybetî 29'ê Gulanê di çalakiyê de 4 dagirker ceza kirin, dest danîn ser malzemeyên leşkerî û çekên wan û 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola xwe de hiştin. Bi vî rengî raxistin pêş çavan ku têkçûna artêşa Tirk a li Zapê êdî nikare bê înkarkirin.

Her yek ji hevrêyên me lehengek bû. Artêşa Tirk ku nekarî bi van hevrêyên me, careke din serî li rê û rêbazên nemerdane da, teqemeniyên giran ku jê re çeka nukleerê ya taktîkê tê gotin û çekên kîmyewî bi kar anî. Dagirkeran bi rojan ev êrişên xwe yên nemerdane dewam kirin û li hemberî îradeya bêmînak, biryardariya serketinê û dilsoziya bi Rêbertî re ya hevrêyên me, bêencam man. Hevrêyên me yên li Şehîd Berxwedan hem zanîbûn xwe biparêzin hem jî bi hunera bilind a leşkerî timî li dijmin xistin. Piştî ku derfetên kêm ên li çeperên şer qediyan, biryar hate dayin ku çeperê biguherînin. Lê belê beşek ji hevrêyên me yên ji destpêkê ve di nava vê berxwedanê de bûn li gorî vê biryarê çeper guhertin, hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan jî israr kirin ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke dîrokî bidin artêşa Tirk a dagirker. Tevî ku derfet hebû çeperê biguherînin û bi selametî ji wir biçin jî her çar hevrêyên me komek ji hevrêyên xwe şandin û biryara çalakiya fedaî dan. Di 2'ê Hezîranê de saet 10:00 bi ruhê êrişê yê bilind li dijî dagirkeran çalakiya fedaî lidar xistin. Hevrêyên me xwe berdan nava dijmin, bi lehengî şer kirin, herî kêm 12 dagirker ceza kirin. Her çar hevrêyên me di vê çalakiya êrişê ya fedaî de şehîd bûn, lewma jî hejmara dijminên hatine cezakirin nehate zelalkirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê gelek caran bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê bir.

Berxwedana ji 47 rojî ya bi pêşengiya fermandarên me yên leheng fedaî Bager û Avzem hate kirin, weke çalakiyeke nû ya Çaran cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girtiye. Çalakiya berxwedanê ya Çaran a li Zindana Amedê di şexsê hevrêyên Bager, Avzem, Arîn û Şerzan de li Zagrosê nû bû, hîn bêhtir bû xwedî wate. Hevrêyên me Bager û Avzem heta dawiyê xwe li serketinê asê kirin, bûn fermandarên fedaî yên bi îrade û bi biryar ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, bûn fermandarên sembol. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi fermandariya hevrê Bager û Avzem, wê bi esasê îradeya xurt û sekna fedaî ya Çaran teqez bi ser bikeve.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bager Gever

Nav paşnav: Erkan Dara

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulperî-Arîf

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Avzem Çiya

Nav paşnav: Berîvan Cûma

Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê

Dayik-Bav: Mûnteha-Feremez

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Arîn Kobanê

Nav paşnav: Emîra Mûsa

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Ayşe-Ahmed

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2022 / Zap

Nasnav: Şerzan Hingirvan

Nav paşnav: Serkan Ûçkûn

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Nesîbe-Hîkmet

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2022 / Zap

Hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunera serketî ya di şer de qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dijmin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."