Şêx û rûspiyên Tebqayê: Em dagirkeriya Tirk qebûl nakin û piştgirî didin QSD'ê

Şêx û rûspiyên Tebqayê destnîşan kirin ku gelên Sûriyê hevgirtî ne û dê li hember dagirkeriyê parastina xaka xwe bikin, her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku dawî li gefên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Şêx û rûspiyên Tebqayê: Em dagirkeriya Tirk qebûl nakin û piştgirî didin QSD'ê
19 hezîran, 2022   18:23
TEBQA

Şêx û rûspiyên Tebqayê bi navê "Sekna eşîran" ji bo piştgirî bidin QSD'ê li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser dirêjahiya 2 roj çalakiya bi kon li dar xist.

Çalakî îro bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Efadla, Ayid El-Berekat ve hat xwendin.

Şêx û rûspiyên Tebqayê di daxuyaniya xwe de dagirkeriya Tirk red kirin û teqez kirin ku ew ê li hember dagirkeriyê bisekinin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin : "Dewleta Tirk a dagirker ewlehî û aramiya Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têk dibe, hemû cureyên tundî û binpêkirinan pêk tîne, avê qut dike û bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li xaka dagirkirî şerê birçîkirinê li ser me pêk tîne û bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê û bicihkirina penaberan bi darê zorê li wir, hewl dide guhertina demgorafî xurt bike."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca dewleta Tirk têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê, dagirkirina herêmên nû ji Sûriyê û vegerandina dewleta Osmanî ye.

Her wiha ev tişt hat gotin:"Dewleta Tirk a dagirker êriş û topbaranên xwe li ser welatiyan zêde kiriye, herî dawî şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî kir hedef.''

Şêx û rûspiyan diyar kirin ku ew li gel hemû pêkhateyên herêmê li hember gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî ne û parastina xaka Sûriyê bikin.

Şêx û rûspiyên Tebqayê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor kirin ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û gefên dewleta Tirk ên bi armaca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bi dawî bînin."

(şt)

ANHA