Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê dest pê kir

Bi diruşma " Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin", Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê dest pê kir.

Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê dest pê kir
17 hezîran, 2022   19:15
KOBANÊ

Bi diruşma " Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin", Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê ya yekemîn ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Weşanxaneya Ava dest pê kir.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û kesayetên wêjeyî û hunerî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn ku li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar ketiye.

Mîhrîcan  navê Şahîn Sorgulî hate birêxistinkirin. Wêjevan Şahîn Sorgulî di salên 90`î de koçberî Awistralyayê bûye.

Di mîhrîcanê de, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Foziye Ebdî axivî û mîhrîcan pîroz kir.

Foziye Ebdî got: “Em îro wêjeya xwe bi zimanê xwe radigihînin. Bi saya şehîdan em dikarin mîna van çalakiyan li dar bixin. Ev mîhrîcan dê sûdeke mezin di vejandina kokên wêjeyê li herêmê me de bike.”

Foziye  anî ziman ku wêje roleke mezin di pêşxistina civakan de dilîze û got: " Wêjeya me îro gavên mezin davêje. Em hêvî dikin ku ev pêşketin berdewam bike.”  

Paşê, hunermend Reşîd Sofî stran gotin. Dûre nivîskar û rojnamevan Salar Osê û nivîskar Şadî Îsmaîl semînrek bi navnîşan “Kurd di hişmendiya çandî ya erebî de” da.

Her wiha Osê di panelê de destnîşan kir ku nivsîkarên Ereb rewşa erebî paşguh dikin ruxmî ku ji erkên wan e, fikran pêşkêş bikin û ji pirsgirêkên civakê re çareseriyan peyda bikin.

Osê dauxyand ku gelek rewşenbîr bi hicetên nerast ji dayîna nêrînên xwe der barê doza Kurd de xwe dane alî û tev li azarên wan nebûne. Osê ev yek bi tiştekî “şermok” bi nav kir.

Mîhrîcan dê hefteyekê berdewam bike. Tê de dê çalakiyên wêjeyî û panel li dar kevin. Dê gelek kesayetên hunerî, rojnamevan ji Almanya, Fransa, Tunis û Başûrê Kurdistanê bi rêya online tev li mîhrîcanê bibin.

Di rojên bê yên mîhrîcanê de, dê gelek pirtûkên Weşanxane û Çapxaneya Ava, Desteya Çand û Hunerê, Weşanxaneya Şilêr werin îmzekirin.

Tê bibîrxistin ku di roja dawîn a mîhrîcanê de, dê navên kesên di pêşbirga wêjeyî de bi ser ketine, bê ragihandin.

(şx)

ANHA