Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan

Yekem car li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belgefîlmê li ser şehîd Nûjiyan Erhan li Hesekê hate pêşandan.

Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
Belgefîlma Nûjiyan cara yekemîn li Rojava hate pêşandan
17 hezîran, 2022   19:02
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn bi koordîneya Şîrketa Nûjiyan a Hilberandinê, belgefîlma Nûjiyan li hola Serdem a Hesekê pêşenda. Belgefîlm li ser jiyana têkoşer û rojnameger Nûjiyan Erhan e û cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêşandan.

Bi sedan şênî, nûnerên rêxistinên jinan û ciwan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, Yekitiya Rewşenbîran, partî û kesayetên civakî tev li pêşandana belgefîlmê bûn.

Destpêkê derhênera belgefîlmê, Jînda Asîm axivî û bixîrhatina beşdaran kir. Jînda Asîm daxuyand ku tîmekê ji 3 jinan pêk tê, ev belgefîlm amade kiriye.

Jînda Asîm teqez kir ku armanca wan bîranîna şehîd Nûjiyan û hemû şehîdên azadiyê ye.

Nûjiyan di 3`yê Adara 2017`an de li bajarokê Xanesor ê Şengalê bi destê çeteyên "Leşkerên Roj" birîndar bû û di 22`yê Adarê de li nexweşxaneyeke Hesekê şehîd bû. Di 25`ê Adarê de li Şengalê hate veşartin.

Tuba Akîlmaz (Nûjiyan Erhan ) li bajarê Hilwan ê Ruha li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Di belgefîlmê de, kurtedîroka têkoşîna Nûjiyan li Şengalê, kiryarên hovane yên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan, kurtejiyana wê ji Ruha heta çiyayên Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Rojava tên bibîrxistin.

Belgefîlm behsa rastiya jina şoreşger, civaka êzidî û kurdî û rastiya şer vedibêje.

Di belgefîlmê de, zaroktiya Nûjiyan û dîmenên birîndarbûna wê, dîmenên kesên ku nas dike, çîrokên jinên şoreşger û têkoşîna jinan di pêkanîna azadî û edaletê de hene.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku amadekariyên belgefîlmê sala 2019`an li Şengalê cihî ku çalakvan û rojnameger lê jiyaye dest pê kirin. Fîlm sala 2021`an bi dawî bû û cara yekemîn di 26`ê Gulana 2022`yan de li Şengalê hate pêşandan.

(şx)

ANHA