​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket

Bi sponseriya saziyên civaka sivîl a Helebê îro Odeya Berhemdaran a Helebê konferansa xwe ya 3`yemîn bi dirûşma “Bi şoreşa pîşesaziyê em civakeke aborî û demokraîtk ava dikin”, li dar xst. Di konferansê de mecliseke nû ya odeyê hate hilbijartin û rêziknameya wê hate erêkirin.

​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
​​​​​​​Li Helebê Konferansa 3`yemîn a Odaya Berhemdaran li dar ket
17 hezîran, 2022   14:55
HELEB-MIHEMED EBDO

Bi armanca birêxistinkirina kar û xebatên warê çêkirina cilûbergan û solan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, afirandina hawîrdoreke guncew ji bo destpêkirina şoreşeke pîşesazî ya giştî û parastina mafên karker û xwediyên kar, îro Odeya Berhemdaran a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Konferans bi dirûşma “Bi şoreşa pîşesazî em civakeke aborî ya demokratîk ava dikin” bi sponseriya saziyên civaka sivîl ên Helebê li hola Efrîn a li Herêma Şiqeyf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.

Bi sedan xwediyên saziyên pîşesazî yên hilberandina cil û bergan û kesên ku rol di aboriya li taxê de dilîzin, tev li konferansê bûn.

Di konferansê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed axivî.

'JI BO SERXWEBÛNA BIRYARAN XWETÊRKIRIN GELEK GIRÎNG E'

Rûken Ehmed îşaret bi girîngiya hewldanên civakê ji bo afirandina hawîrdoreke guncew û derbaskirina astengiyan kir û got: “Pêvajoya heyî gelek hesas e. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi siyasetên xwe projeya demokratîk têk bibe ku yek ji destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye.”

Her wiha Rûken Ehmed teqez kir ku pêkanîna xwetêrkirinê, misogeriya berdewamkirina berxwedanê û serxwebûna biryarên siyasî û civakî ye.

'DORPÊÇ Û FERZKIRINA BAÇAN ASTENGIYA SEREKE YE'

Piştre endamê Meclisa Odaya Berhemdaran Farûq Ereb rapora salane ya odayê xwend. Tê de destkeftiyên ku odayê di 2 salan de bi dest xistine, di nav de kêmkirina nirxê ambîran ji bo xwediyên kargehan, peydakirina mazotê bi bîxistin.

Her wiha Farûq Ereb destnîşan kir ku odayê û endamên wê destek dane civakê û gelek saziyên çandî bi armanca pêşxistina civakê.

Der barê astengiyan de Farûq Ereb got: “Firqeya 4`an a hikumeta Şamê, gelek zehmetî di veguhastina hilberînan de ber bi herêmên din ên Sûriyê ve danîne, baçên biha lê ferz dike, nahêle madeyên bingehîn derbasî taxê bibin, di encamê de zirarên mezin digihêjin vê qadê.”

'PÊŞXISTINA ABORÎ Û GEŞKIRINA WÊ BI SERKEFTINA PÎŞESAZIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Endama Koordînasyona TEV-DEM`ê Zelal Ceger destnîşan kir ku bersiv herî guncaw a li hember qirkirina li ser gel tê meşandin, berxwedan û yekitî ye.

Her wiha Zelal Ceger destnîşan kir ku pêşxistina qada aboriyê bi serkeftina pîşesaziyê ve girêdayî ye, pêşxistina wê erkê hemû endamên odayê ye û divê destkeftiyên pêkhatî bên parastin.

Di dawiyê de Zelal Ceger got 10 salên dawî têrê dike ku bêjin projeya neteweya demokratîk bi ser ket û di nav pêkhateyan de belav bû, pêşeroja vê projeyê tije astengî ne û gotineke rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Divê gel ji her tiştî re amade be, da ku di 2025`an de xwe û projeya xwe biparêze û bi zirarê herî kêm wê derbas bike.”

Paşê rêziknameya odayê hate xwendin, nîqaşkirin û hate erêkirin.

Di dawiya konferansê de, mecliseke nû ya Odaya Berhemdaran a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yn Helebê û kantona Şehbayê ku ji 12 endaman pêk tê hate avakirin.

(şx)

ANHA